Kurdên li Almanyayê ji bo bêrbijêrên Kurd çi difikirin?

14-05-2022
RÛDAW
Berbijêrên Kurd Nesrettin Akay, Serdar Yuksel, Bêrîvan Aymaz
Berbijêrên Kurd Nesrettin Akay, Serdar Yuksel, Bêrîvan Aymaz
Nîşan Kurd Almanya NRW Hilbijartin Bêrîvan Aymaz Serdar Yuksel Nesrettin Akay
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Dengderên Kurd-Alman ên bajarên Koln, Bochum û Bielefeld ên eyaleta Nordrhein Westfalenê ku sê berbijêrên Kurd-Alman ji partiyên Keskan û Sosyal Demokrat hene, dixwazin kursiyên Serdar Yuksel û Berîvan Aymaz li parlamentoyê bên parastin û Nesrettin Akay jî qezenc bike.

Hinek ji Kurdên ku li Almanyayê mafê dengdanê heyî ji Rûdaw re axivîn û ew Kurdbûna berbijêran bi girîng ji bo civaka Kurdî ya li Almanya dizanin.

Li bajarên herêma Nordrhein Westfalen (NRW) yên ku berbijêrên Kurd lê hene, dengderên Kurd-Alman wan hildibijêrin.

Di hilbjartinên parlamentoya herêma Nordrhein Westfalen de sê berbijêrên Kurd - Alman hene.

Li bajarê Bochumê Serdar Yuksel û li bajarê Bielefeldê Nesrettin Akay ji Partiya Sosyal demokrat berbijêrin. Herwiha li bajarê Kolnê jî Berîvan Aymaz ji Partiya Keskan berbijêr e.

Xwendevanê Zankoyê Diyar Mezul got “Berbijêrê Kurd an jî parlamenterê Kurd Serdar Yuksel nas dikim, ji ber vê yekê ez dê dengê xwe bidimê. Ez dê dengê xw bidim partiya wî jî ji ber ku ez dibînim partiya SPD (Partiya Sosyal Demokrat) pir baş e ji bo bajarê Bochumê, ji bo xelkê koçber  û ji ber ku hem partiyeke sosyal e hem jî partiyeke demokrat e.”

Xwendevan Barîn Silêman dibêje “Navê wî Serdar e û ew jî ji partiya SPDê ye, ez wî nas dikim. Min gelek tiştên baş li serê bihîstiye. Gelekî alîkariya Kurdan dike, alîkariya keç û xortên wek me dike.”

Xwendevanê Zanîngehê Mihemed Nûh diyar kir “Ji bo Serdar Yuksel ez dikarim dengê xwe bidimê, ez dibînim karê wî gelek baş e. Ew kesek parlamenter e ku dibêje ez Kurd im û ji bo Kurdan ez dixwazim tiştek gelek giring pêşkêş bikim. Berî demekê em di semînereke wî de amade bûn, ji bo Kurdan tiştên gelek giring û xweş got, ji ber ku gelek parlamenter hene Kurd in lê mixabin nabêjin em Kurd in lê wî got ez Kurd im.”

Kasibkar Lezgîn Barzan raghand “Tiştekî gelek giring e û em gelek kêfxweş û serbilind in ku namzetekî Kurd derdikeve dibe namzetê parlamentoya Almanyayê yan jî yê eyaletê ku Bêrîvan (Aymaz) yek ji wan e. Ev çend sal e Bêrîvan di nav siyasetê de ye û ji xwe endama parlamnetoyê ye. Ji bo me serbilindahî ye. Ez hêvî dikim hemû Kurd dengên xwe bidin Bêrîvanê.”

Programên partiyan ên derbarê pirsên Covid-19, şerê Ukraynayê, krîza aborî û giranbûna enerjiyê di bala dengdêran de ne.

Berbijêrên Kurd hewl didin ji bo Kurdên Almanyayê yên ku mafê dengdanê hene zêdetir ber bi sindoqên dengdanê bikşînin.

Diyar Mezul destnîşan kir “Di rewşeke pir zehmet de derbas dibin. Rewşa aboriyê, enflasyon pir bilin bûye, qeyrana koronayê, ji ber vê yekê jî ez dibînim pir giring e ku partî tiştek ji bo miletê bikin û ji bo Kurdan jî bikin.

Barîn Silêman got “Destpêkê ez dixwazim nas bikim ev kes bi Kurdan re yan jî sibêroj alîkariya Kurdan bike yan na? Ji min re gelek giring e ku ez xwe jibîr nekim ku ez Kurd im û zimanê min Kurdî ye û sibê ev kes alîkariya Kurdab bike yan na.”

Mihemed Nûh dibêje “Ez wek gêncekî lê binêrim ka projeya wan ji bo vî miletî çi ye. Paşê emê lê binêrin ka projeya wan ji bo penaberan çi pêşkêş bike.”

Lezgîn Barzan diyar kir “Li gorî min divê ji bo me Kurdan krîter hebin. Li bernameyên van partiyan binêrin, di warê demokrasiyê de, di warê mafê mirovan de, di warê mafê penaberan de. Wek yekek Kurd nêrîna wan li ser Kurdan çi ye, ji bo mafê rewa yê gelê Kurd çewa tev digrin. Divê em vê li ber çav bigrin. Ez jî wek Kurd van krîteran li ber çav digrim.

Di hilbijartinên 2017ê de her Serdar Yûksel û Berîvan Aymaz baweriya dengderan qezenc kiribûn. Û di hilbijartinên 2022ê de kursiyên wan di parlamentoya herêma NRW de misoger in. Dibe ku ew di hikûmeta dahatî jî de cih bigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst