Wezîrên Derve yên Amerîka û Tirkiyê li Endonezyayê civiyan

14-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Antony Blinken Hakan Fîdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di çarçoveya 56emîn Civîna Wezîrên Derve ya Yekîtiya Neteweyên Asya Başûr-Rojhilat (ASEAN) de li paytexta Endonezya Cakartayê ligel Wezîrê Derve yê Amerikayê Antony Blinken hevdîtinek kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê îro Înê 14ê Temûza 2023an li Cakartaya paytexta Endonezyayê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û Wezîrê Derve yê Amerikayê Antony Blinken civiyan.

Hat ragihandin di hevdîtinê de şopandina biryarên Lûtkeya NATOyê ya li Vilniusê û pêşveçûnên dawî yên li Efxanistanê hatine gotûbêjkirin.

Di 11 û 12ê Temûzê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan beşdarî Lûtkeya NATOyê bû û bi şertê ku piştgirî bo endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê bê dayîn bo endamtiya NATO ya Swêdê glopa kesk pêxistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst