Rastgirên tund li Londonê li hev civiyan: 110 hezar kes beşdar bûn

14-09-2025
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Xwenîşandan Rastgir Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Londona paytexta Brîtanyayê ji aliyê çalakvanê rastgir ê tund Tommy Robinson ve meşek hat organîzekirin û 110 hezar kes beşdar bûn.

Meşa mezin a li Londonê roja şemiyê hat lidarxistin.

Tommy Robinsonê ku navê wî yê rastî Stephen Yaxley-Lennon e û bi nêrînên xwe yên nijadperest û li dijî koçberan tê naskirin, meş wekî xwenîşandaneke ji bo "azadiya derbirînê" bi nav kir û îdia kir ku ew mîras û çanda Îngilîzan diparêze.

110 hezar kes beşdar bûn

Li gorî daxuyaniya polîsan nêzîkî 110 hezar kesî beşdarî mîtînga li Îngilistanê bûne.

Li aliyê din, nêzîkî 5 hezar kes jî beşdarî xwenîşandana bi navê "Meşa li Dijî Faşîzmê" bûn ku ji aliyê "Stand Up to Racism" ve hatibû organîzekirin.

Ji bo pêşîlêgirtina pevçûnên muhtemel ên di navbera her du xwenîşandanên dijber de zêdetirî hezar polîsî hatin erkdarkirin û di navbera aliyan de herêmeke tampon hat avakirin.

Piştî nîvroya ku destpêkê bi awayekî aştiyane derbas bû xwenîşanderên "Unite the Kingdom" tişt avêtin mîtînga dijber û hewl da ku bariyerên ku ji bo veqetandina koman hatibûn danîn derbas bikin.

Polîsan diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina derbaskirina têlên kontrola girseyê, ew neçar man ku hêzê bi kar bînin.

Herî kêm 9 kes hatin desteserkirin lê polîsan diyar kir ku gelek sûcdarên din hatine tespîtkirin û dê bên darizandin.

Hinek ji alîgirên Tommy Robinson pankartên wekî "Beleman rawestînin", "Wan bişînin malên wan" û "Êdî bes e, zarokên me rizgar bikin" bilind kirin.

Gelek xwenîşanderan jî alayên sor û spî yên St. George û Union Jack ên Brîtanyayê hejandin û dirûşma "Em welatê xwe dixwazin" gotin.

Di xwenîşandana dijber de jî pankartên wekî "Penaber bi xêr hatin" û "Rastgiriya tund biperçiqînin" derketin pêş.

Beşdaran gelek caran dirûşma "Rabin ser piyan, şer bikin" got.

Meş di demekê de hatin lidarxistin ku li Brîtanyayê ji ber koçberên ku bi beleman ji Kanala Manşê derbas dibin û bi awayekî neyasayî digihêjin wir nîqaşên germ hene.

4 jê giran 26 polîs birîndar bûn

Alîkarê Midûrê Polîsê Metropolitan a Londonê Matt Twist diyar kir ku hinek xwenîşander "ji bo pevçûnê" hatine çalakiyê û got:

"Ev kes li dijî polîsan derketin û hewl da ku bariyerên ji bo ewlehiya her kesî hatibûn danîn derbas bikin û bi awayekî fîzîkî û devkî êriş bikin."

Twist her wiha diyar kir ku di bûyeran de polîs birîndar bûne û anî ziman:

"4 jê giran 26 polîs birîndar bûn.

Di nav birînan de şikestina diranan, şikestina poz, hejîna mejî û birînên serî hene."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst