Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Madagaskarê Andry Rajoelina ragihand ku ew ji ber tirsa canê xwe ji welêt reviyaye.
Xwenîşandanên dijî hikûmetê yên bi pêşengiya “Nifşê Zyê" roja şemiyê gihiştin qonaxeke girîng.
Beşek ji yekîneyên artêşa Madagaskarê jî piştgirî da xwenîşandanên ên li dijî hikûmetê. Yekîneya leşkerî ya taybet a bi navê CAPSAT bangî Rajoelina û wezîrên wî kir ku îstifa bikin.
Rajoelina ev yek wekî "hewldaneke neyasayî" ya ji bo destdanîna ser desthilatê bi nav kir û welat terikand.
Serokkomarê Madagaskarê di axaftina xwe ya ji bo gel de ku li ser rûpela fermî ya serokkomariyê ya Facebookê hat weşandin got, "Ji bo parastina jiyana xwe, ez neçar mam ku cihekî ewle bibînim."
Serokkomar di axaftina xwe de eşkere nekir ku ew çawa ji welat derketiye yan li kû ye lê îdiayek heye ku ew bi balafireke leşkerî ya Fransayê ji welat hatiye derxistin.
Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Fransayê li ser vê îdiayê ti daxuyanî neda. Madagaskar koloniyeke berê ya Fransayê ye û tê gotin ku Andry Rajoelina hevwlatiyê Fransayê ye.
Xwenîşandanan di 25ê Îlonê de ji ber qutbûna av û elektrîkê ya berdewam dest pê kiribû û paşê veguherî xwenîşandanên berfirehtir ên li dijî Rajoelina û hikûmeta wî.
Rajoelina piştî derbeyeke di sala 2009an de bi piştgiriya artêşê bûbû serokê hikûmeteke demkî.
Heman yekîneya taybet a CAPSATê ya ku niha li dijî wî rabûye, di sala 2007an di hatina wî ya yekem a ser desthilatê de jî roleke sereke lîstibû.
Artêş: Gel dê biryarê bide
Yekîneya CAPSATê ragihand ku ew niha hemû hêzên çekdar ên Madagaskarê kontrol dike û wan fermandarekî nû wekî berpirsê artêşê destnîşan kiriye.
Fermandarê CAPSATê Michael Randrianirina diyar kir ku leşkerên wan biryar daye ku li kêleka xwenîşanderan cih xwe bigirin lê wî red kir ku ev ne derbeyeke leşkerî ye.
Michael Randrianirina ji rojnamevanan re got, "Gelê Madagaskarê dê biryarê bide ka dê çi bibe."
Leşkerên CAPSATê yên ku di nav wesayîtên zirxî de alên Madagaskarê hildabûn li paytext Antananarivoyê ji aliyê gel ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di xwenîşandanan de herî kêm 22 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Rêxistinê "bersiva tund" a rayedaran a li hemberî xwenîşandanan rexne kir.
Hikûmeta Maurîtiusê jî ragihand ku serokwezîrê berê yê Madagaskarê û yek ji şêwirmendên herî nêzîk ên Rajoelina ji welat reviyaye û roja yekşemê gihiştiye girava Maurîtiusê.
Xwenîşanderên Nifşê Zyê yên ku ev serhildan daye destpêkirin, xwe li ser înternetê bi rêxistin kiriye.
Ew dibêjin ku wan ji xwenîşandanên li Nepal û Srî Lankayê yên ku hikûmet hilweşandin îlhama xwe girtine.
Dive were gotin ku pêla xwenîşandanên Nifşê Zyê bandor li Mexrîbê jî kiriye û xwenîşandanên Nifşê Zyê li Mexrîbê jî berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse