Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Madagaskarê Andry Rajoelina, piştî xwenîşandanên tund ên ku ji aliyê ciwanên "Nifşê Zyê" ve hatin lidarxistin û bi kêmî ve 22 kes hatin kuştin, hikûmeta xwe ji kar dûr xist.
Xwenîşandanan ji ber qutbûna demdirêj a av û elektrîkê û xizaniyê dest pê kiribû û li seranserê welêt belav bûbûn.
Serokkomar Rajoelina di axaftina xwe ya li ser televîzyona fermî ya dewletê de got, "Min biryar da ku ez dawî li erka serokwezîr û hikûmetê bînim."
Wî diyar kir ku wî guh daye berteka gel û ji bo ku aramî li welat vegere û rê li ber reforman vebe, wî gav avêtiye.
Rajoelina her wiha lêborîn xwest û got, "Daxwazên we hatin bihîstin û heke endamên hikûmetê karê ku gel li bendê bû nekiribe ez lêborînê dixwazim."
Wî da zanîn ku heta hikûmeteke nû were avakirin, dê kabîneya heyî tenê karên rûtîn bi rê ve bibe.
Xwenîşandanan li dijî xizaniyê dest pê kir
Xwenîşandanan roja pêncşemê li paytext Antananarivoyê dest pê kir û li gelek bajarên din ên mezin belav bûn.
Xwenîşanderên ku piraniya wan ciwan bûn, bi dirûşma "Em dixwazin bijîn, ne ku tenê li ser pêyan bimînin" li dijî qutbûna av û elektrîkê û polîtîkayên aborî û siyasî yên hikûmetê derketin kolanan.
Tevgera protestoyan navê "Nifşê Zyê" (Gen Z) li xwe kiriye û wekî sembol alaya korsanan a ji anîmeya Japonî "One Piece" bi kar tîne ku ev sembol di protestoyên ciwanan ên li welatên wekî Nepal û Fransayê de jî hatibû bikaranîn.
Hêzên ewlehiyê bi awayekî tund destwerdan li xwenîşanderan kir û gaza rondikrêj û guleyên plastîk bi kar anîn.
Li hin herêman protesto vegeriyan talanê; êrişî supermarket, dikan û avahiyên giştî hatin kirin û otomobîl hatin şewitandin.
22 kes hatin kuştin
Li gorî Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), di bûyeran de herî kêm 22 kes hatine kuştin û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûne.
Li gorî OHCHRê, hêzên ewlehiyê hem xwepêşander hem jî welatiyên sivîl kuştine.
Her wiha, hin kesên din jî di bûyerên talanê de hatine kuştin. Ev kes ji aliyê komên ku ne girêdayî xwenîşanderan bûn ve hatin kuştin.
Wezîra Karên Derve ya Madagaskarê Rasata Rafaravavitafika hejmara ku ji aliyê NYyê ve hatiye ragihandin red kir û got, "Hikûmet bi tundî înkar dike ku 22 kes mirine" lê hejmareke fermî ya hikûmeta xwe belav nekir.
Madagaskar yek ji welatên herî hejar ên cîhanê ye.
Li gorî Banka Cîhanê, di sala 2022yan de sê ji çar parên nifûsa 30 milyonî ya welat di bin sînorê xizaniyê de dijîn û tenê ji sedî 36ê xelkê elektrîkê bi dest dixe.
Li Nepalê jî ciwan rabûbûn
Li Nepalê jî 8ê Îlonê xwenîşandanan dest pê kiribû û ciwan rabûbûn ser xwe.
Hêzên ewlehiyê êrişî xwenîşanderan kiribû û herî kêm 51 kes miribûn.
Pişt re Serokwezîrê Nepalê Khadga Prasad Sharma Oli îstifa kiribû û hikûmeta Nepalê jî rûxiyabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse