Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkekî polîsan ê Wezareta Karên Navxwe ya Slovenyayê ve ragihand ku hejmara koçberên Îraqî yên îsal hatine wî welatî, li gorî sala borî ji sedî 57 kêm bûye.
Berpirsê Pêwendiyên Teşkîlata Polîsan a Slovenyayê Drago Menegalija bi rêya e-mailê pirsên Edîtorê Deska Navneteweyî ya Tora Medyayî ya Rûdawê Niyaz Mistefade bersivandin.
Drago Menegalija li ser çûna koçberan a Slovenyayê got:
“Di navbera 1ê Kanûna Paşîn û 31ê Tebaxa 2025an de 16 hezar û 238 koçber derbasî Slovenyayê bûne. Ji sedî 86,6ê wan bi rêya Xirwatistanê hatine.”
Menegalija diyar kir ku di heman dema sala borî de 46 hezar û 213 koçber û sala beriya wê jî 60 hezar û 597 koçber derbasî wî welatî bûne.
"Hejmara koçberên ji Îraqê kêm bûye"
Menegalija got ku di heşt mehên ewil ên îsal de 300 koçberên Îraqî derbasî Slovenyayê bûne û di heman dema sala borî de ev hejmar 701 û sala beriya wê jî 1150 bûye.
Li gorî vê yekê, hejmara koçberên Îraqî li gorî sala borî ji sedî 57 kêm bûye.
Rayedarê polîs her wiha diyar kir ku li ser sînorên Xirwatistan û Macaristanê ji bo pêşî li derbasbûna koçberan were girtin, hinek xalên kontrolê hatine bihêzkirin.
Wî amaje pê kir ku Slovenya pêvajoyên têkildarî koçber û serlêdanên penaberiyê di çarçoveya yasa û rêziknameyên Yekîtiya Ewropayê de bi rê ve dibe.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku sala borî 144 koçber û di heşt mehên ewil ên îsal de jî 88 koçber hatine dersînorkirin lê hat destnîşankirin ku di nava wan kesan de welatiyên Îraqê nînin.
Slovenya endama NATO û Yekîtiya Ewropayê ye û cîranê Xirwatistan, Macaristan, Awisturya û Îtalyayê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse