Brîtanya dê koçberên ji Îraq û Başûrê Kurdistanê vegerîne

20-08-2025
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Îraq Koçber Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Brîtanyayê ji bo bilezkirina vegerandina welatiyên Îraqî û Herêma Kurdistanê yên ku daxwazên wan ên penaberiyê hatine redkirin, peymaneke girîng bi hikûmeta Îraqê re îmze kir.

Mixalefetê ev peyman wekî "xapandinê" bi nav kir.

Peyman dê pêvajoyê bilez bike

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ya 20ê Tebaxa 2025an, peyman ji aliyê Wezîrê Karên Navxwe Dan Jarvis û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê ve hatiye îmzekirin.

Armanca peymanê ew e ku mekanîzmayeke fermî were avakirin da ku dersînorkirina penaberên ku mafê wan ê qanûnî yê mayînê li Brîtanyayê nîne, hêsantir bibe.

Hikûmetê diyar kir ku ev pêngav dê hevkariya heyî ya di navbera her du welatan de di têkoşîna li dijî qaçaxçiyên mirovan de, bi taybetî yên ku derbasbûna bi keştiyên biçûk ên di ser Kanala Manşê re organîze dikin, xurttir bike.

"Ev xapandin e"

Ev peyman di demekê de hat ku hejmara koçberên ku diçin Brîtanyayê gihiştiye asta rekorê.

Li gorî daneyên hikûmetê, ji destpêka îsal ve zêdetirî 27 hezar koçber bi rêyên neqanûnî gihiştine Brîtanyayê.

Ev hejmar li gorî heman dema sala borî 18 hezar kes zêdetir e.

Li hemberî vê rewşê, Partiya Mihafezekar a mixalefetê ragihand ku peyman têrê nake û ew wekî "xapandineke ku ji bo nîşandana tundiya tedbîrên hikûmetê hatiye çêkirin" rexne kir.

Kî dê were vegerandin û amar çi dibêjin?

Daneyên Wezareta Karên Navxwe nîşan didin ku di 12 mehên dawî de hezar û 900 koçberên Îraqî derbasî welêt bûne.

Lê wezaretê tekez kir ku ev peyman nayê wê wateyê ku hemû Îraqiyên bi keştiyan diçin dê werin vegerandin.

Penaberên ku bikarin îspat bikin li welatê xwe rastî zext û binpêkirinên mafên mirovan hatine, îhtimala serkeftina dozên wan hîn jî heye.

Wekî mînak, di navbera Adara 2024an û Adara 2025an de ji sedî 26ê Îraqiyên ku bi keştiyan gihiştine Brîtanyayê, mafê penaberiyê wergirtine.

Sala borî, Brîtanyayê peymaneke din a bi bihayê 800 hezar sterlînî îmze kiribû.

Armanca wê peymanê jî ew bû ku ewlehiya sînor a Îraqê were zêdekirin û bi taybetî li dijî komên qaçaxçiyên ku navenda wan li Herêma Kurdistanê ye û torên qaçaxçîtiyê yên li Ewropayê bi rê ve dibin, têkoşîn were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst