Trump: Li Xezeyê qonaxa duyem dest pê dike

14-10-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Xeze Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê rêkeftina agirbestê ya li Xezeyê got, "Qonaxa duyem niha dest pê dike."

Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê rêkeftina agirbestê ya li Xezeyê nirxand.

"Qonaxa duyem niha dest pê dike"

Trump diyar kir ku hemû 20 dîlên di destê Hemasê de hatine berdan û amaje pê kir ku rewşa wan baş e û got:

"Barekî giran ji ser milan rabû lê kar hîn bi dawî nebûye.

Yên mirî, wekî ku soz hatibû dayîn, nehatin radestkirin. Qonaxa duyem niha dest pê dike."

Serokê Amerîkayê Trump di daxuyaniya xwe ya dawî ya li lûtkeya Şerm Şêxê ya Misirê de, li ser pirsa ka dê qonaxa duyem kengî dest pê bike, gotibû ku qonax di nava hev de ne û qonaxa duyem dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst