Li Amerîkayê êriş: Kuştî û birîndar hene

7 demjimêr berê
Nîşan Amerîka Êriş Kuştî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampusa Zanîngeha Brownê ya li eyaleta Rhode Islandê ya Amerîkayê êrişeke bi çekan pêk hat.

Rayedaran ragihand ku di êrişê de 2 kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Bûyerê li bajarê Providenceyê bi dema herêmî di saetên êvarê de rû da.

Polîsan diyar kir ku gelek kes bi çekan hatine birîndarkirin.

Şaredarê Providenceyê Brett Smiley di civîna çapemeniyê de ragihand ku di êrişê de herî kêm 2 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.

Smiley da zanîn ku êrişa bi çekan di dema ku li kampusê ezmûnên fînalê dihatin kirin de pêk hatiye û got ku lêpirsîn didome.

Nakokiya li ser “girtina gumanbar”

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew ji bo her du kuştiyan diayan dike û got, "FBI li cihê bûyerê ye û gumanbar hatiye girtin."

Lê belê Zanîngeha Brownê piştî demeke kurt daxuyaniyeke nû belav kir û berevajî daxuyaniya Trump agahî dan.

Zanîngehê ragihand ku gumanbar nehatiye girtin û hîn jî lêgerîn didome.

Hişyariya “êrişkarê çalak” hat dayîn

Zanîngehê di dema bûyerê de hişyariya "êrişkarê çalak" dabû xwendekaran û ji wan xwestibû ku xwe veşêrin, deriyan kilîl bikin û telefonên xwe bê deng bikin.

Hat diyarkirin ku êriş li nêzîkî avahiyên fakulteyên Fîzîk û Endezyariyê qewimiye û polîsan herêm xistiye bin kontrola xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst