Li qada hokeyê gulebaran: 3 kuştî û 3 birîndar

10 demjimêr berê
Nîşan Amerîka Êriş Kuştî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Rhode Islandê ya Amerîkayê li qadeke hokeyê ya qeşayê êrişeke bi çekan pêk hat.

Li gorî daxuyaniya polîsan, di êrişê de êrişkar jî di nav de 3 kes mirine.

Seroka Polîsên Pawtucketê Tina Goncalves daxuyanî da rojnamegeran û rewşa dawî eşkere kir.

Goncalvesê diyar kir ku êrişkar û 2 kesên din mirine û 3 birîndarên ku rewşa wan giran e li nexweşxaneyê tên tedawîkirin.

Nasnameya êrişkar diyar bû

Polîs da zanîn ku êrişkar sala 1969an ji dayîk bûye û navê wî Robert Dorgan e.

Her wiha hat diyarkirin ku êrişkar navê "Roberta" û paşnavê "Esposito" jî bi kar aniye.

"Dibe ku pirsgirêkeke malbatî be"

Bûyer li Pawtucketê di dema maça hokeyê ya lîseyan de qewimî.

Seroka Polîsan destnîşan kir ku ev "êrişeke plankirî" bûye û dibe ku sedem "pirsgirêkeke malbatî" be.

Goncalvesê her wiha got:

"Welatiyekî baş ê li wê derê midaxeleyî rewşê kir û ev yek bû sedem ku ev bûyera trajîk zû bi dawî bibe."

Parêzgarê Rhode Islandê Dan McKee jî bi rêya vîdeoyekê peyamek belav kir û xemgîniya xwe anî zimên.

McKee got, "Wekî parêzgar, bav û rahênerekî berê, dilê min ji bo qurbanî, malbat, xwendekar û hemû kesên ku ji vê bûyerê bi bandor bûne dişewite."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst