Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fransayê Emmanuel Macron di hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re de, piştevaniya bêşert a welatê xwe ji bo HSDyê dubare kir û ew wekî “şervanên azadiyê” bi nav kirin û got, “Em deyndarê we ne”
Serokê Fransayê Emmanuel Macron di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de 13ê Sibata 2026an, ligel Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî civiya.
Macron ji Mezlûm Ebdî re got, “Tu dikarî pişta xwe bidî min, tu bi xwe jî dizanî.”
Serokê Fransayê amaje bi wê yekê kir ku ew agahdarê hûrgiliyên wan danûstandinên dijwar e ku di navbera HSD û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de li ser îmzekirina rêkeftina navbera wan hatine kirin.
Macron got, Mezlûm Ebdî di wan tawîzên ku dane de mafdar e.
Yekparçeyiya Sûriyeyê û mafê Kurdan
Serokê Fransayê nêrîna welatê xwe ya li ser paşeroja Sûriyeyê zelal kir û ragihand ku Parîs berevaniyê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê û yekîtiya wê dike û got:
“Ez ligelwê yekê me ku divê rêz li Hêzên Sûriyeya Demokratîk û bi taybetî li Kurdan were girtin û bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin.”
Wefaya Fransayê ji bo Kurdan
Macron di beşeke din a axaftina xwe de behsa amaje bi wê yekê kir ku ji ber şerê li dijî DAIŞê civaka navneteweyî deyndarê HSDyê ye û got:
“Ez mineta ku li hemberî we li ser milê me ye ji bîr nakim.”
Macron her wiha soz da ku di rojên pêş de bi Ehmed Şerh re biaxive da ku piştrast bibe hemû alî pêbendî peymanê dibin.
Hêviyek ji bo bicihkirina peymanê
Mezlûm Ebdî spasiya helwestên Macron kir û hêvî xwest ku ew gavên ku behskirî werin avêtin û peyman wekî xwe were pêkanîn.
Macron jî di dawiyê de tekez kir ku Fransa bi hûrgilî çavdêriya rewşê dike û got, “Ew hûn bûn ku we ew serkeftin bi dest xistin.”
#VÎDEO - Macron ji Mezlûm Ebdî re got: Hûn şervanên azadiyê ne û em deyndarê we ne pic.twitter.com/SW4NyJf0b6
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 15, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse