Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê zêdeyî 50 parlamenteran bi nameyekê bang li hikûmeta Borîs Johnson kir ku "Li hemberî binpêkirinên mafên mirovan yê li Tirkiyê helwesteke çalak" diyar bike.
Li Brîtanya bi serpereştiya Parlamenterê Partiya Muhafezeker Crispin Blunt û Parlamentera Partiya Karkeran Hilary Benn bo Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab nameyek hat amadekirin û pêwîstiyên di peywendiyên Tirkiyê û Brîtanya hatin rêz kirin.
Di namê de tê gotin ku di dema Serokkomariya Recep Tayyip Erdogan de pêşketina mafê mirovan li Tirkiyê berevajî bûye û dibêjin "Divê Brîtanya bo Tirkiye dîsa têkeve rêya demokrasiyê, rêz bide mafê mirovan helwesta xwe diyar bike, ev berpirsiyariyeke Brîtanya li hemberî civaka Tirkiyê ye."
Di nameya parlamenteran de gelek mînakên li Tirkiyê wek hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu, doza dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi sedan sîyasetmedarên girtî tên nîşandan.
Di namê de tê gotin ku divê Brîtanya diyar bike ku dostaniya wan bo Tirkiyê `ne bê şert û merce` û bo hikûmeta Tirkiyê bide xuyakirin ku wê her dem piştgirî bidin mafê mirovan.
Parlamenter di namê de dibêjin Rêvebiriya Amerîka di peywendiyên bi Tirkiyê re gelek vekîrî ye û divê hêviya wan jî ew e ku Brîtanya jî bi awayeke vekîrî xwedî helwest be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse