Di hilbijartinên herêma NRW a Almanyayê de sê Kurd berbijêr in

15-05-2022
RÛDAW
Nîşan Almanya NRW Nordrhein Westfalen Hilbijartin Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbjartinên parlamentoya herêma Nordrhein Westfalen de sê berbijêrên Kurd - Alman hene.

Îro Yekşemê 15ê Gulana 2022yan li Herêma  Nordrhein-Westfalen a Almanyayê hilbijartinên wê herêmê birêve diçin.

Hilbijartinên herêma  Nordrhein-Westfalen ji bo Kurd jî girîng in, ji ber ku amarên nefermî dibêjin, yek milyon Kurd li wê herêrmê dijîn.

Hejmareke berbijêrên hilbijartina îro Kurd in, ku 3 ji wan bi eşkere Kurdbûna xwe nîşan didin û şanaziyê pê dikin.

Li bajarê Bochumê Serdar Yuksel û li bajarê Bielefeldê Nesrettin Akay ji Partiya Sosyal demokrat berbijêrin. Herwiha li bajarê Kolnê jî Berîvan Aymaz ji Partiya Keskan berbijêr e.

Bêrîvan Aymaz

Li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Serkirdeyeke diyar a Partiya Keskan a Almanya ye.

Ji sala 2017ê ve Endama Parlamentoya Herêmekê ye.

Berdevka Frakisyona Karûbarên Koçberan û Xweguncandin û Siyaseta Derve.

Yek ji damezrênera Civaka Kurdî li Almanya ye.

Seroka frakisyona partiyê bûye li Encûmena Şaredariya Kolnê.

Derçûya Zanîngeha Duyizborg-Êsne.

Zanista Siyasî Xwendiye.

Werger û Pêşkêşkar e.

Li bajarê Kolnê dijî.

Vê carê berbijêr e bo Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê.

Serdar Yuksel

Li bajarê Êsn li Almanya jidayik bûye.

Serkirdayekî diyar yê Partiya Sosyal Demokratan e.

Ji sala 1989 ve Endamê wê partiyê ye.

Sala 2001 dibe kesê yekem ê partiya xwe Li Boxûm.

Serokê komeleyeke damezrêner a girîng a civaka Almanya bû.

Ji sala 2010 ve endamê Parlamentoya Herêma Nordrayn-Vêstvalne.

Rola wî di çêkirina peywendiya wê herêmê de ligel Herêma Kurdistanê hebû.

Berbijêrê partiya xwe ye bo Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê.

Nasrettin Akay

Li Bakurê Kurdistanê jidayik bûye.

Temenê wî 47 sal e.

Bavê 5 zarokan e.

Mamosteyê şofêriyê ye.

Endamê hejmareke komele ye û damezrênerê civakê bûye.

Endamê Sosyal Demokratan e.

Li bajarê xwe serokê frakisyona partiya xwe ye.

Berbijêr e bo Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst