Amerîka dê F-35an bide Erebistana Siûdî: Şert asayîkirina pêywendiyên bi Îsraîlê re ye?

15-11-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Erebistana Siûdî Îsraîl Balafirên Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump û Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman dê di serdana hefteya bê ya Washingtonê de rêkeftineke ewlehiyê îmze bikin.

Di çarçoveya rêkeftinê de tê payîn ku girêbesta kirîna balafirên şer ên F-35an ji aliyê Erebistana Siûdî ve were îmzekirin.

Li gorî medyaya Amerîkayê, biryar e roja sêşema bê Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman pêşwazê bike û di hevdîtina xwe de rêkeftineke berfireh a ewlehî û aboriyê îmze bikin.

Yek ji xalên sereke yên rêkeftinê, firotina balafirên şer ên bipêşketî yên F-35an ên Amerîkayê ya Erebistana Siûdî ye.

Berpirsekî birêvebiriya Trump ragihand ku Washington û Riyad li ser kirîna gaza xwezayî ya Erebistana Siûdî jî gotûbêjan dikin.

Berpirsên Amerîkayî yên ku ji gotûbêjan agahdar in, diyar kir ku Erebistana Siûdî hewl dide balafirên F-35an bi dest bixe ku ji aliyê kompanyaya Lockheed Martinê ve tên çêkirin.

Ev balafirên şer wekî yek ji balafirên herî bipêşketî yên cîhanê tên naskirin û her yekê wan nêzîkî bi 100 milyon dolarî tên texmînkirin.

Ev rêkeftina ewlehiyê ya biha di demekê de ye ku Washington û Riyad ji bo berfirehkirina hevkariya xwe ya stratejîk dixebitin û Trump ji Erebistana Siûdî xwestiye ku beşdarî Peymana Abrahamê bibe û pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re asayî bike.

Amerîka û Îsraîl hinekî dilgiran in

Hewldanên Amerîkayê ji bo razîkirina Erebistana Siûdî ya ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re didomin û yek ji mijarên din ên lûtkeya Koşka Spî dê beşdariya Erebistana Siûdî ya di Peymana Abrahamê û avakirina Xezeyê de be.

Hinek dilgiraniyên Amerîka û Îsraîlê yên derbarê hebûna F-35an a Erebistana Siûdî hene.

Îsraîlê pêşniyar kiriye ku ji bo parastina ewlehiya herêmê, girîng e ku Amerîka û Îsraîl bi tenê xwediyê van balafiran bin.

Her wiha medyaya Amerîkayê belav kiriye ku berpirsên leşkerî yên Amerîkayê ditirsin ku di encama firotina balafiran a Erebistana Siûdî de Çîn bigihêje teknolojiyên bipêşketî û hestyar ên Amerîkayê.

Pêywendiyeke nêzîk û kûr di navbera Donald Trump û Mihemed Bin Selman de heye.

Trump di serdana xwe ya meha Gulanê ya Erebistana Siûdî de derbarê Mihemed Bin Selman gotibû, "Ez gelekî jê hez dikim û ji hevaltiya wî hez dikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst