Nêçîrvan Barzanî bi Tobias Lindner re civiya

16-02-2025
RÛDAW
Tobias Lindner û Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Tobias Lindner û Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Tobias Lindner Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê re tekezî li ser parastin û mafên gelê Kurd li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) roja înê dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.

Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya konferansê de bi Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Dr. Tobias Lindner re rûnişt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Almanyayê re û xurtkirina hevkariya di hemû waran de gotûbêj kir.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî û Tobias Lindner derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên herêmê axivîn.

Her du alî li ser girîngiya parastina aramiya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û beşdarî û hevkariya hemû pêkhateyan a di birêvebirina Sûriyeyê de hevfikr bûn.

Serokatiyê di daxuyaniya xwe de her wiha anî ziman:

“Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser parastina pêgeh û mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê doh ragihand ku di 2 rojên konferansê de Nêçîrvan Barzanî bi 25 serok û serkirdeyan re civiyaye.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mazûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst