Mezlûm Ebdî: Nêçîrvan Barzanî her tim piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kiriye

4 demjimêr berê
Mezlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li Munîhê hev hembêz dikin / Wêne: @MazloumAbdi
Mezlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li Munîhê hev hembêz dikin / Wêne: @MazloumAbdi
Nîşan Mezlûm Ebdî Nêçîrvan Barzanî Rojavayê Kurdistanê Munîh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku hevdîtina wî ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re cihê kêfxweşiyê ye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de hatin ba hev.

“Cihê kêfxweşiyeke mezin bû”

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de kêfxweşiya xwe anî zimên û got:

"Hevdîtina me ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Munîhê cihê kêfxweşiyeke mezin bû."

“Rola wî cihê spas û rêzdariyê ye”

Fermandarê Giştî yê HSDyê bal kişand ser rola Nêçîrvan Barzanî ya di çareserkirina pirsgirêkan de û wiha pê de çû:

"Nêçîrvan Barzanî bi awayekî berdewam piştgiriya gelê me yê Rojava kiriye.

Rola cenabê wî di pêşxistina diyalogê, kêmkirina aloziyan û pêkanîna aramiyê de, cihê spas û rêzdariyê ye."

“Destpêka qonaxeke nû ya yekîtiyê ye”

Mezlûm Ebdî ev hevdîtin û pêvajo wekî destpêkeke nû bi nav kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:

"Ev pêvajo ji bo gelê Kurd destpêka qonaxeke nû ya yekîtî û çareseriya siyasî ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst