Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku lihevkirina bi Îranê re ne hêsan e lê dibe ku çêbe.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Budapeşteya paytexta Macaristanê bi Serokwezîr wî welatî Viktor Orban re civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist û pêvajoya dîplomatîk a bi Îranê re nirxand.
Marco Rubio got ku Amerîka ji bo çareseriyeke dîplomatîk a bi Îranê re vekirî ye lê pêvajo dê ne hêsan be.
"Trump aştiyê tercîh dike"
Rubio got, "Şandeya danûstandinan a me niha diçin wê derê. Dê civînan bikin, em dê bibînin bê çi dibe.
Em bi hêvî ne. Dibe ku rêkeftinek çêbibe."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump çareseriyên aştiyane û yên bi rêya dan û standinan tercîh dike.
Rubio tekez kir ku "dê zehmet be" û got, li ser mijarên ku Washington ji wê bi fikar e îhtimala gihîştina rêkeftineke dîplomatîk heye lê ew naxwaze pêvajoyê zêde mezin nîşan bide.
"Biryar li ser bingeha teolojiyê tên dayîn"
Rubio behsa pêkhateya birêvebiriya Îranê jî kir û diyar kir ku welat ji aliyê zilamên dînî yên Şîe ve tê birêvebirin û got ku biryar li ser bingeha teolojîk tên dayîn.
Rubio destnîşan kir ku tevî vê yekê jî Amerîka ji dîplomasiyê re vekirî ye û anî zimên ku îdareya Trump nêzîkatiyeke wisa nîşan dide ku amade ye bi her kesî re hevdîtinê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse