Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê (Pentagon) “firotina gengaz” pesend kir da ku ew balafirên şer ên F-16 û kelûpelên piştgiriya lojîstîk û bernameyê yên pêwendîdar bifiorşin Peruyê.
Di daxuyaniya Ajansa Hevkariya Ewlehiya Parastinê (DSCA) ya bi ser Pentagonê ve hat diyarkirin ku bihayê texmînî yê firotinê 3,42 milyar dolar e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku firotina navborî dê şiyana Hêzên Hewayî yên Peruyê zêde bike da ku qada xwe ya asmanî kontrol bike.
Her wiha Peru dê karibe sînorên xwe biparêze û ji bo piştgiriya yekîneyên bejayî operasyonên êrişên hewayî-bejayî yên hesas pêk bîne.
Hat destnîşankirin ku agahdariya pêwîst a derbarê firotina gengaz ji Kongreya Amerîkayê re hatiye şandin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya vê firotina gengaz de dê peykerên sereke, Lockheed Martina ku balafira şer a F-35an jî hildiberîne, hilberînera motorên balafiran General Electric Aerospace û şîrketa hewavaniyê RTX Corporation bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse