CENTCOMê bangî Şamê kir: Divê hêzên Sûriyeyê êrişên xwe rawestînin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Sûriye HSD Tebqa Şer Êriş Brad Cooper
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) derbarê şerê li Tebqayê yê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Ereban a Sûriyeyê de daxuyaniyek da û bang li hêzên hikûmeta Sûriyeyê kir ku êrişan rawestînin.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper di daxuyaniya xwe de piştgirî da hewlên kêmkirina rageşiyê û diyalogê.

"Em daxwaz dikin ku êriş rawestin"

Brad Cooper di daxuyaniyê de got:

"Em pêşwaziyê li hewlên berdewam ên hemû aliyên li Sûriyeyê dikin ku ji bo rêlibergirtina aloziyan û lêgerîna çareseriyê bi rêya diyalogê tên dayîn.

Em her wiha bangî hêzên hikûmeta Sûriyeyê dikin ku her cure çalakiyên êrişkar ên li herêmên di navbera Heleb û Tebqayê de rawestînin."

"Pêdivî bi xebata tîmê heye"

Fermandarê CENTCOMê bal kişand ser metirsiya DAIŞê û girîngiya hevahengiyê û wiha pê de çû:

"Şopandina bi dijwarî ya DAIŞê û sepandina zexta leşkerî ya bêrawestan, pêdivî bi xebata tîmê ya di navbera hevparên Sûriyeyî de û bi hevahengiya ligel hêzên Amerîka û Koalîsyonê heye.

Sûriyeyeke ku bi xwe û cîranên xwe re di nav aştiyê de be, ji bo aştî û aramiya li seranserê herêmê bingehîn e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst