Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, beriya dan û standinên li ser programa atomî ya ku dê li Cenevreyê bên kirin, bangî Îranê kir ku "piçekî meqûltir be."
Trump got, "Ez bawer nakim ku ew bixwazin encamên nekirina peymanê bibînin. Bi ya min ew dixwazin peymanê bikin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump, dema ku ji Floridayê vedigeriya Washingtonê di balafirê de ji rojnamegeran re axivî.
"Hêvîdar im ku ew piçekî meqûltir bin"
Trump qal kir ku ew pêvajoya dan û standinên bi Îranê re ji nêzîk ve dişopîne û dê bi awayekî nerasterast beşdarî hevdîtinan bibe.
Trump dan û standin bi rengê "gelekî girîng" bi nav kirin û got:
"Em dê bibînin ka dê çi bibe. Îran bi giştî di dan û standinan de gelekî tund e.
Hêvîdar im ku ew piçekî meqûltir bin. Ez bawer nakim ku ew bixwazin encamên nekirina peymanê bibînin. Bi ya min ew dixwazin peymanê bikin."
Serokê Amerîkayê bi bîr xist ku Îranê berê derfeta peymanê ji dest daye û ji ber wê jî ew neçar mane balafirên B-2 bişînin.
Trump bal kişand ser wê yekê ku ew dê rê nedin Îran bibe xwedî potansiyela çekên atomî.
"Em li gel Neteweyên Yekbûyî dixebitin"
Donald Trump amaje bi civîna Desteya Aştiyê ya Xezeyê kir ku dê vê hefteyê bi beşdariya gelek serokan li Washingtonê bê lidarxistin û biland:
"Hemû serokên cîhanê dê li hev kom bibin. Pereyekî pir mezin razandine û bi ya min ev dê ji Xezeyê wêdetir biçe. Ez bawer im ku dê aştî li seranserê cîhanê serwer be."
Trump destnîşan kir ku ew di vê pêvajoyê de li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) dixebitin û wiha pê de çû:
"Neweyên Yekbûyî potansiyela xwe bi temamî bi cih neaniye. Lê ew dikarin hinekî alîkariya me bikin.
Serokên herî mezin ên cîhanê beşdarî Desteya Aştiyê dibin. Em dê binêrin ka em dikarin eweyên Yekbûyî jî bixin tevgerê yan na."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse