Polîsê Almanya û Belçîkayê toreke qaçaxçiyan desteser kir

17-05-2025
Hêmin Ebdullah
Polîsên Almanyayê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Polîsên Almanyayê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Almanya Belçîka Qaçaxçîtiya Mirovan
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Polîsa Almanya û Belçîkayê toreke qaçaxçîtiya bi mirovan desteser kir ku ji 7 kesan pêk tê.

Sedemeke serekî ya kêmbûna rêjeya çûna koçberên neqanûnî ya Ewropayê vedigere wan kampanyayên berdewam ên ku saziyên îstîxbaratî û ewlehiyê yên Ewropayê ji bo desteserkirina qaçaxçiyan dikin.

Hefteya borî di operasyoneke hevbeş a polîsê Almanî û Belçîkî de gelek kes bi tohmeta qaçaxçîtiyê hatin desteserkirin.

 Polîsê wan her du welatan dibêjin ku toreke navdewletî ya qaçaxçîtiya bi mirovan deste ser kiriye ku 7 kes bûne û ji bi veguhastina 300 koçberan berpirsiyar in ku birine Ewropayê.

Ji wan 7 kesan 6 kes li Belçîkayê hatine desteserkirin û yek ji wan li Almanyayê bûye.

Ew kes bi wê yekê tohmetbar in ku di navbera salên 2022 û 2024an de koçber bi otomobîlên bi rêya sînorên Polonya û Awisturyayê gihandine Almanyayê.

Polîs dibêje Îlona 2024an, bi rasthatinî li ser sînorê li navbera Awisturya û Almanyayê otomobîlek rawestandiye, piştî lêkolîna li şofêrê wê û dest ser girtina bi ser telefona wî de, derketiye holê ku endamê toreke qaçaxçîtiyê ye.

Piştî vê yekê vê hefteyê tevahiya torê hatine desteserkirin.

Hemû kesên desterserkirî, li ser daxwaza Almanyayê, birîne wî welatî û li wir lêkolîn bi wan re tê kirin û tên dadgehkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst