Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên hikûemta Somalyayê dawî li êrîşeke çekdarên grûpa El Şebab bo ser hoteêlekê li Mogadîşu ya paytexta wî welatî anîn, ku bi dehan kes di nava hotêlê de rehîne girtibûn. Di bûyerê de 16 kes hatin kuştin.
Êvara duh Yekşemê hejmarek çekdarên grûpa El Şebab êrîşî hotêla Îlat a li Mogadîşu ya paytexta Somalyayê kirin û bi dehan kes û geştyarên di nava wê hotêlê de rehîne girtin.
Çekdarên El Şebabê li gel hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Somalyayê ketin şer ku şerê navbera wan pênc demjimêran dom kir.
Piştî 5 demjimêran û kuştina hemû çekdarên El Şebabê, bi dehan kesên ku hatibûne rehînegirtin ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Somalyayê ve hatin rizgarkirin.
Berdevkê Polîsê Somalyayê, Sadiq Adem ragihandiye, di êrîşê de 16 kes hatine kuştin, lê ew yek diayr nekiriye ku hemû kesên kuştî çekdarên êrîşkar bûne yan jî geştyar û hêzên ewlehiyê jî di nava kuştiyan de ne.
Berdevkê Wezareta Zanyariyê ya Somalyayê, Îsmaîl Muxtar ragihandiye: “Hmeû kesên di nava hotêlê de asê mabûn hatine rizgarkirin.”
Tevgera Gencan a Somalyayê ku bi El Şebab tê naskirin, hevpeymana El Qaîdeyê ye, ku çendîn sal e li Somalya û welatên din ên Afrîqayê çalak e û êrîşan li dijî xelkê sivîl û hêzên ewlehiyê pêk tîne, berpirsyaretiya êrîşê li xwe girtiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse