Dusseldorf (Rûdaw) - Malbateke Kurd a li Fînlendayê dahênaneke balkêş kir, wan berfeşîrek (bestenî) çêkir ku bi germê nahelê.
Tara Ezîzî û Çalak Gulabî ku xwediyên şirketeke malbatî ne, bi vê projeya xwe balê dikişînin.
Malbata Kurd li Fînlendayê behsa tiştên sar dike lê sarekî bitem.
Tara Ezîzî û Çalak Gulabî berfeşîrek li Fînlendayê afirandiye ku taybetmendiya wê ya sereke ew e ku di germahiyê de nahelê.
Fikra projeyê ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye
Çalak Gulabî diyar kir ku ev fikir di dema geşta wî ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê de derketiye holê.
Gulabî xwestiye ku berfeşîrekê wekî diyarî ji hevjîna xwe re bibe lê ji ber ku heliyaye bi ser neketiye.
Piştî lêgerînê, wî dîtiye ku şirketeke Amerîkayî teknolojiyeke bi vî rengî ji bo çêkirina berfeşîra astronotan (keştîvanên asmanî) bi kar tîne û biryar daye ku wê fikrê li Fînlendayê pêk bîne.
Berhemên wan li 15 marketan tên firotin
Şirketa Çalak a ku ev 6 meh in hatiye avakirin, serkeftineke berçav bi dest xistiye.
Niha berhemên wan di 15 marketên cuda yên Fînlendayê de tên firotin.
Ji ber zêdebûna daxwaza li ser berhemên wan, Çalak û hevjîna wî plan dikin ku sala bê kargeha xwe berfireh bikin û berhemên xwe bişînin welatên din ên Ewropayê jî.
Kar di navbera xwe de parve kirine
Tara Ezîzî jî derbarê projeya xwe ragihand ku ew bêhtir karên îdarî yên şirketê bi rê ve dibe.
Ezîzî da zanîn ku hevjînê wê jî karên kargeha berfeşîrê girtiye ser milê xwe û wan karên xwe bi awayekî wekhev parve kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse