Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di şeva Cristmasê de ragihand ku wan li Nîjeryaya rojavayê Afrîkayê operasyoneke mezin li dijî DAIŞê pêk aniye.
Donald Trump diyar kir ku bi fermana wî, hêzên Amerîkayê li bakurrojavayê Nîjeryayê êrişeke bihêz û "kujer" li dijî "terorîstên DAIŞê" pêk aniye.
Trump destnîşan kir ku DAIŞê li Nîjeryayê Xiristiyanên bêguneh dikirin armanc û bi awayekî hovane ew dikuştin û got:
"Ev hovîtî di astekê de ye ku bi salan, heta bi sedsalan nehatibû dîtin."
"Wezareta Şer êrişên bêkêmasî pêk anîn"
Trump di peyama xwe de anî ziman ku wî berê hişyarî daye wan û got:
"Min berê jî hişyarî dabû van terorîstan ku eger dev ji serjêkirina Xiristiyanan bernedin, dê berdêleke giran bidin û îşev ew berdêl hat dayîn."
Serokê Amerîkayê amaje pê kir ku Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) çend êrişên bêkêmasî pêk anîne û got, "Tenê Amerîka dikare tiştekî wiha bike."
"Sersala terorîstên ku hatine kuştin pîroz be"
Trump tekez kir ku di bin serkirdayetiya wî de, welatê wan dê rê nede "terorîzma Îslamî ya radîkal" ku bi ser bikeve.
Wî her wiha ji bo Artêşa Amerîkayê dua kir û Sersal li her kesî pîroz kir.
Trump bi awayekî balkêş Sersala "terorîstên ku hatine kuştin" jî pîroz kir û anî ziman:
"Eger kuştina Xiristiyanan bidome, dê gelek DAIŞiyên din jî werin kuştin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse