Amerîkayê çend komên çekdar ên Îraqê xistin nav lîsteya ‘rêxistinên terorîst’

17-09-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îraq Komên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîkayê ragihand ku wan çar komên çekdar ên li Îraqê çalak in, xistiye lîsteya "Rêxistinên Terorîst ên Biyanî".

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, "Îro Wezareta Karên Derve komên milîs ên nêzîkî Îranê yên wekî Tevgera Nuceba, Ketayîb Seyîd El-Şuheda, Tevgera Ensarullah El-Ewfiya û Ketayîb Îmam Elî yên Îraqê dixe lîsteya Rêxistinên Terorîst ên Biyanî."

Marco Rubio bal kişand ser pêwendiyên nêzîk ên van koman bi Îranê re û got?

"Tehran piştgiriyê dide van rêxistinan da ku li seranserê Îraqê êrişan plan bikin û pêk bînin."

Rubio tekez kir ku Amerîka ji bo parastina berjewendiyên xwe yên ewlehiya neteweyî "dê hemû amûran bi kar bîne".

Tê meraqkirin ku dê cezayên muhtemel ên li dijî komên ku xistine lîsteyê çi bin û dê bandora vê biryarê ya li ser ewlehî û hevsengiya siyasî ya Îraqê çawa be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst