Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê ragihand ku ji ber ku parlamenterekî Îranî li Parlamentoya Îranê wêneyê Serokkomarê Îtalyayê çirandiye, wan Balyozê Îranê yê Romayê bangî wezaretê kiriye û nerazîbûneke tund nîşan daye.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ku di heman demê de Cîgirê Serokwezîr e, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand:
"Li Tehranê parlamenterekî di dema rûniştina parlamentoyê de wêneyê Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella çirand."
Tajani her wiha eşkere kir ku ji ber vê yekê wan Balyozê Îranê yê Romayê bangî wezaretê kiriye ku wî karî şermezar bikin.
Ev berteka Romayê piştî wê yekê hat ku doh endamê Parlamentoya Îranê Mucteba Zarî wêneyên Serokkomarê Îtalyayê û hejmarek berpirsên din ên Ewropayê li parlamentoyê çirandin.
Karê wî parlamenterê Îranî wekî bersivekê ji bo endama Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Isabella Tovaglieriyê bû.
Tovaglieriyê berê wêneyê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî çirandibû û ew bi "kuştina xwenîşanderan" tohmetbar kiribû.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê di peyama xwe de tekez kir ku ew li hemberî wî karî "piştgiriya tam" dide serokê welatê xwe.
Xwenîşandan û krîza dîplomatîk
Aloziyên dîplomatîk piştî wê yekê zêde bûn ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an xwenîşandanên berfireh Tehran û bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn.
Rêxistinên mafên mirovan behsa kuştina zêdetirî 7 hezar kesan dikin ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin.
Lê belê Îran dibêje ku 3 hezar û 117 kes hatine kuştin û piraniya wan jî ji hêzên ewlehiyê ne.
Ceza û dorpêçên li ser Îranê
Li aliyekî din, Tehran dibêje nêzîkî 3 hezar xwenîşander hatine kuştin lê welatên Rojava û bi taybetî jî Îsraîlê bi teşwîqa tundiyê tohmetbar dike.
Ev aloziyên di navbera Tehran û Romayê de di demekê de ne ku meha borî Yekîtiya Ewropayê ji ber dosyeya kuştina xwenîşanderan paketeke cezayan bi ser Îranê de sepand.
Di nav wan cezayan de rêlibergirtina berpirsên Tehranê ya ji bo çûyîna nav avahî û saziyên Yekîtiya Ewropayê jî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse