Tim Kaine: Ez ji tundiya li Sûriyeyê dilgiran im

18-10-2025
RÛDAW
Nîşan Tim Kaine Azad Dêwanî Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Senatorê Demokrat ê Amerîkayê û Endamê Komîteya Pêywendiyên Derve ya Senatoyê Tim Kaine got, “Ez ji tundiya li Sûriyeyê dilgiran im.”

Senatorê Demokrat ê Amerîkayê û Endamê Komîteya Pêywendiyên Derve ya Senatoyê Tim Kaine, di bersiva nameyeke lêkolerê Kurd Azad Dêwanî de li ser tundûtûjiya dînî ya li Sûriyeyê dilgiraniya xwe anî ziman û ji Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer xwest ku li hemberî van kiryaran helwesteke tund nîşan bide û bingehekê ji bo paşerojeke demokratîk deyne.

Lêkoler û akademîsyen Azad Dêwanî ji Rojavayê Kurdistanê ye û di nameyekê de li ser Sûriyeyê hişyarî dabû Senatorê Demokrat ê Amerîkayê û Endamê Komîteya Pêywendiyên Derve ya Senatoyê Tim Kaine.

Azad Dêwanî li ser sedema şandina nameya xwe ji Rûdawê re ragihand, ew ji wê yekê dilgiran e ku Ehmed Şer desthilata Sûriyeyê xistiye destê xwe û got:

"Serkeftina Colanî [Ehmed Şer] a di warê dîplomasiyê de, ji bo aramiyê pirsgirêkan çêdike."

Tim Kaine amaje bi krîza li parêzgeha Siwêdayê û bandora wê ya li ser civaka Durziyan kir û da zanîn ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an Sûriye di pêvajoyeke siyasî ya nearam re derbas bûye.

Kaine behsa tundiyên Tîrmeha 2025an ên li Siwêdayê kir ku di navbera çekdarên eşîrên Bedewî yên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê û civaka Durziyan de rû dabûn û li ser vê yekê dilgiraniya xwe anî ziman.

Tim Kaine her wiha behsa bûyerên li herêmên beravê yên Sûriyeyê jî kir.

Senatorê Demokrat xwest ku hewldanên ji bo rakirina cezayên li ser berpirsên Sûriyeyê bi mercên tund ên hikûmeta Amerîkayê ve were girêdan, li gel pêbendbûna hikûmeta Şer a bi avêtina gavên pêwîst ber bi paşerojeke demokratîk ve.

Tim Kaine soz da ku wekî endamekî Komîteya Pêywendiyên Derve û demokratxwazekî sereke yê di Komîteya Mafên Mirovan de dê di "çavdêrîkirina hûr a rewşê, zextkirina ji bo berpirsyariyê û parastina aştî û aramiyê ya li seranserî Sûriyeyê" de berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst