Amerîka cezayên nû li ser Sûriye, Rûsya û Îranê ferz dike

18-12-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Rûsya Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kongresa Amerîkayê bi tohmeta pêkanîna tawanên şer li Sûriyê, biryar da cezayên nû li ser Sûriye, ‎Rûsya û Îranê ferz bike.‎

Encûmena Nûneran a Amerîkayê roja Sêşemê budceya berevaniyê ya welatê xwe ku 738 milyar dolar ‎e, pesend kir, di çarçoveya pesendkirina budceya berevaniyê de, hevdem biryar daye cezayên nû li ser ‎Sûriye, Rûsya û Îranê ferz bike.‎

Di civînê de 86 senatoran deng daye projeyasayê û tê pêşbînîkirin Serokê Amerîkayê Donald Trump ‎bilez projeyasayê îmze bike.

Li gor wê projeyasayê ku wek yasaya Qeyserî ya parastina sivîlên Sûriyê tê ‎naskirin, Amerîka wan hemû berpirsên serbazî û hikûmî yên Rûsyayê ceza dike ku li wî welatî tawanên ‎şer kirine, herwiha ew kes û alî jî tên cezakirin ku hevkariya hikûmeta Sûriyê kirine, di nav de Rûsya û ‎Îran.‎

Hevdem ceza, Serokê Sûriyê Beşar Esed jî li xwe digire, bi tohmeta ku Esed beşdarî pêkanîna tawanên ‎şer bûye li welatê xwe.

Ferzkirina van cezayên nû piştî wê yekê tê, kesekî Sûrî 50 hezar wêne bidest ‎xistine ku zîndanên Beşar Esed di salên 2011 heta 2014an de pêşan didin û di wan de xelk ji nêza dimrin. ‎Îşkenceyeke hovane li beramber girtiyan tê kirin, xelk tên xeniqandin û kuştin, koda navê wî kesê ‎zanyarî bidest xistine bi navê Sîzar bûye, ev nav li proje-yasayê hatiye kirin.‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst