Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Mount Carbonê ya eyaleta West Virginiayê ya Amerîkayê di êrişeke bi çekan de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên ewlehiyê yên herêma Mount Carbonê ragihand ku li başûrê eyaletê êrişeke bi çekan pêk hatiye.
Rayedaran diyar kir ku di êrişê de 2 kes mirine û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Hat tomarkirin ku birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Rayedaran da zanîn ku êrişkar jî di nav miriyan de ye û wî li cihê bûyerê xwe kuştiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse