Yekîtiya Ewropayê ji bo erdhejê 400 milyon euro dide Tirkiyeyê

19-09-2023
RÛDAW
Nîşan Konseya Ewropayê Yekîtiya Ewropayê Alîkariya Erdhejê Trikiye Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewropayê, plana Yekîtiya Ewropayê ya ji Tirkiyerê re wekî alîkariya erdhejê şandina 400 milyon euro qebûl kir.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku dê ji bo piştgiriya erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê 400 milyon euro bide Tirkiyeyê.

Yekîtiya Ewropayê dê di çarçoveya heman planê de 33,9 milyon euro bide Romanyayê û 20,9 milyon euro jî bide Îtalyayê.

Konseya Ewropayê ya ji nûnerên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê pêk tê, plana alîkariya 400 milyon euro ku dê ji Tirkiyê re bê şandin qebûl kir.

Alîkarî dê ji Budceya Hevkariyê ya Yekîtiya Ewropayê bê dayîn.

Banka Cîhanî jî pêştir di çarçoveya “Projeya Ji Nû ve Avakirinê û Baştirkirina Erdhejê ya Tirkiyeyê” de milyarek dolar alîkarî dabû Tirkiyeyê.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023an yên Mereşê de zêdetir ji 50 hezar kesan canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst