Protestoyên ‘Ji Şahan re na’: Bi milyonan kes li dijî Trump daketin kolanan

19-10-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Xwenîşandan Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 50 eyaletên Amerîkayê bi milyonan kes bi dirûşma “Ji Şahan re na” (No to Kings) li dijî birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump daketin kolanan.

Xwenîşanderan amaje bi wê yekê kir ku Trump "dixwaze demokrasiya Amerîkayê veguherîne monarşiyê" û bertek nîşanî polîtîkayên wî dan.

Di protestoyên ku roja şemiyê li seranserî Amerîkayê hatin organîzekirin de ji New Yorkê heta Los Angelesê li gelek bajaran girseyên mezin kom bûn.

Li Floridayê jî xwenîşander li nêzîkî mala duyem a Trump civiyan.

Li ber Kongreyê bi deh hezaran kes kom bûn

Li Washingtona paytexta Amerîkayê bi hezaran xwenîşander li ber avahiya Kongreyê kom bûn.

Beşdaran dirûşmên wekî "Ev e demokrasiya we?" got û girtina hikûmeta federal a ji bo 3 hefteyan jî yek ji sedemên sereke yên bertekan bû.

Xwenîşanderan pankartên bi nivîsa "Divê Donald Trump biçe" hilgirtin û piraniya wan bi alayên Amerîkayê meşiyan.

Hinekan banga "Demokrasiyê biparêzin" kir, hinek koman jî ji birêvebiriya Trump xwest ku tedbîrên tund ên li dijî koçberan û polîtîkayên nû yên gumrikê betal bike.

Ji Trump bersiv nîne lê vîdeoyek parve kir

Tevî ku ji aliyê Trump ve ti daxuyaniyên rasterast li ser protestoyan nehatin dayîn jî tîma medyaya wî li ser tora civakî vîdeoyek weşand.

Di vîdeoyê de, Trump bi cil û bergên şahan û tacê xwe, ji eywanekê silavê li gel dike.

Ev parvekirin ji aliyê mixalefetê ve wekî "bersiveke bi îronî ya li hemberî demokrasiyê" hat nirxandin.

Li aliyê din, Trump bi xwe jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê vîdeoyeke balkêş parve kir.

Di vîdeoya ku bi hişê çêkirî hatiye amadekirin de Trumpê pîlot taceke şahan daye serê xwe û ji balafireke şer pîsiyê diavêje ser xwenîşanderan.

Berteka tund a Komariyan

Serokê Kongreyê Mike Johnson, xwenîşander bi "belavkirina nefreta li hemberî Amerîkayê" tohmetbar kirin.

Johnson got, "Hûn Demokratên çepgir, Marksîst, sosyalîst, radîkal û alîgirên Hemasê di heman partiyê de bûne yek."

Xwenîşanderan jî bersiva vê daxuyaniyê da û got, "Birêvebiriya Trump nirxên demokratîk têk dibe."

Bertek ji sînoran derbas bûn

Dengvedana protestoyên li Amerîkayê sînoran derbas kirin.

Li Kanada, bajarê Malagayê yê Spanyayê û bajarê Malmoyê yê Swêdê jî çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin.

Hat diyarkirin ku xwenîşandan wekî bertekeke li hemberî meylên otorîter ên birêvebiriya Trump, bicihanîna hêzên parastina niştimanî ya li bajaran û polîtîkayên li dijî koçberan zêde bûne.

Ji Sanders "hişyariya demokrasiyê"

Senatorê Demokrat ê Amerîkî Bernie Sanders di daxuyaniyekê de li ber Koşka Spî got ku Trump ji bo demokrasiyê gefek e û wiha axivî:

"Serokekî me heye ku zêdetir desthilatê dixwaze û dudil nabe ku vê hêzê bide hevalên xwe yên olîgark.

Ev ji bo demokrasiya Amerîkayê xetereyeke cidî ye."

Dirûşma "Ji Şahan re na" belav dibe

Xwenîşander dirûşma "Ji Şahan re na" wekî amajeyekê bi hewldanên Trump ên ji bo veguherandina desthilata xwe ya "birêvebiriya yekzilamî" bi kar tînin.

Tê payîn ku protesto di rojên pêş de li eyaletên cuda belav bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst