Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, Mark Savaya wekî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê erkdar kir.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê got, “Têgihîştina kûr a Mark Savaya ya li ser pêwendiyên Îraq û Amerîkayê, pêwendiyên wî yên li herêmê dê alîkariya bipêşxistina berjewendiyên gelê Amerîkayê bike.”
Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn ku Mark Savaya di kampanyaya wî ya hilbijartinê de li eyaleta Michiganê roleke girîng lîstiye û gelek dengên Misilmanên Amerîkayî Mark Savaya hatine bidestxisin.
Mark Savaya wekî karsazekî ku di sektorên cuda de kar dike tê naskirin. Savaya bi taybetî berê xwe daye bazirganiya emlakfiroşî, hawirde û hinardekirinê.
Savaya hevalekî nêzîk ê Donald Trump e û di kampanyaya hilbijartinê de gelekî alîkariya Donald Trump kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse