Letonya: Divê Hikûmeta Sûriyeyê pêbendiya xwe nîşan bide

20-05-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Nîşan Letonya Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Karên Derve ya Letonyayê Baiba Brazeyê ragihand ku rakirina cezayên aborî yên Sûriyeyê biryareke siyasî ye lê ji bo ku ev pêvajo berdewam bike, divê Hikûmeta Sûriyeyê eşkere pêbendiya xwe ya peymanên navneteweyî nîşan bide.

Li Bruksela paytexta Belçîkayê civîna Konseya Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) tê lidarxistin.

Wezîra Karên Derve ya Letonyayê Baiba Brazeyê beriya civînê pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Wezîra Karên Derve ya Letonyayê Baiba Brazeyê diyar kir ku biryareke siyasî ya ji bo sînorkirina dorpêçên aborî yên li dijî Sûriyeyê û rakirina wan hatiye dayîn û got:

“Lê pirsgirêka sereke ew e ku ev biryar dê çawa were bicihanîn û kîjan gavên berbiçav dê bên avêtin.”

Baiba Brazeyê tekez kir ku di siyaseta Yekîtiya Ewropayê ya li ser Sûriyeyê de gavên nû bi şertên diyarkirî ve girêdayî ne.

Baiba Brazeyê diyar kir ku rakirina dorpêçan ne otomatîk e û dê bi baldarî were şopandin ka gelo birêveberiya Şamê soza xwe pêk tîne yan na.

Wezîra Karên Derve ya Letonyayê Baiba Brazeyê got:

“Rakirina dorpêçan bi şertan e. Divê hikûmeta Sûriyeyê pêbendiya xwe ya peymanên navneteweyî bi awayekî zelal nîşan bide.”

YEyê biryar da ku dorpêçên aborî yên li dijî Sûriyeyê rake

Li aliyê din, Nûnera Bilind a Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallasê ragihand, biryar hatiye dayîn ku dorpêçên aborî yên li ser Sûriyeyê bên rakirin.

Kallasê piştî Civîna Wezîrên Karên Derve ya YEyê ya li Brukselê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û anî ziman:

“Me îro biryar da ku dorpêçên aborî yên ku me bi ser Sûriyeyê de sepandine rakin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst