Karvedanên pirtûka John Bolton berdewam in

20-06-2020
RÛDAW
Nîşan John Bolton The Room Where It Happened: A White House Memoir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê berê yê Brîtanya li Washingtonê ragihand, şêwirmendê berê yê serokê Amerîka John Bolton şahidhalekî cihê baweriyê ye û gotinên divê bêne bawerkirin.

Pirtûka Şêwirmendê Berê yê Asayîşa Niştîmanî ya Amerîkayê John Bolton li nava Amerîkayê karvedanên tund bi xwe re anîn û li seranserê cîhanê jî niha bûye rojev.

Balyozê berê yê Brîtanya li Washingtonê, Nigel Shein-wald, ragihand, Bolton kesayetiyekî cihê baweriyeke mezin e û pirtûk dê wê yekê nîşan bide ku Trump zanyariyên baş û pêwîst  li ser pirs û dosyeyên sereke nînin.

Nigel Shein-wald, herwiha dibêje, ew hemû tiştî di berjewendiya xwe de bikar tîne, û ew ti giringiyekê bi siyasetê nade.

Sheinwald ku di salên 2012 heya 2017an de weke balyozê Brîtanya li Washingtonê kar kiriye dibêje, gelek dilgiranî ji awayê seredriya Donald Trump li gel petaya Korona û xwenîşandanên nehiştina nijadperestiyê li Amerîka hene.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser wê pirtûkê gotibû, “Xelk dema tên kar bo hikûmetê dikin, destê wan digihe zanyariyên hestyar, lewra girêbestek bi wan tê îmzekirin daku dema li ser kar namînin û pirtûkekê dinivîsin divê berî belavkirina pirtûka xwe pêdeçûn bi zanyariyên nav pirtûkê de were kirin.”

Biryar e pirtûka Bolton a bi navê “The Room Where It Happened: A White House Memoir (Neynika Koşka Spî…Ew Jûra Tişt Têde Qewimîn) 23ê vê mehê bê belavkirin.

Heta niha li ser malpera Amazon zêdetirîn daxwazên pêşwext bo kirîna vê pirtûkê hatine pêşkêşkirin. Li ser nivîsîna vê pirtûkê Koşka Spî doz dijî Bolton tomar kiriye û dixwaze bi her rê li ber belavbûna pirtûkê bigre, Serokê Dozgeriya Giştî ya Amerîkayê William Par jî dibêje, nabe kesek wan zanyariyan belav bike ku nehênî ne û bi rêya postê xwe bidest xistine.

John Bolton di sala 2018-2019ê de wek Rawêjkarê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê li Koşka Spî kar kir û kesekî nêzîkê Donald Trump bû, li hinek cihan Trump ew wek bazê Koşka Spî binav dikir, lê piştre li ser nakokiyên ligel Trump ên derbarê siyaseta wî de dest ji kar kişand û Trump û Bolton ji du dostan bûn neyarên hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst