Li Koreya Başûr ji ber baranê 10 kes mirin û 9 kes jî winda ne

20-07-2025
Nîşan Koreya Başûr Baran Lehî Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Yonhapê ragihand ku di çar rojên dawî de li Koreya Başûr ji ber baranên bihêz û herivîna axê 10 kes mirine û 9 kes jî winda ne.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe û Ajansa Agirvemirandinê ya Neteweyî, 6 ji miriyan û 7 ji windayan ji navçeya Sancheongê ya li başûrê welêt in.

Mirinên din li Osana parêzgeha Gyeonggiyê û li bajarên Seosanê û Dangjinê yên parêzgeha Chungcheonga Başûr çêbûne.

Hat ragihandin ku du kesên winda jî ji bajarê Gwangju yê li başûrêrojavayê welêt in.

Xebatên rizgarkirinê li Sancheongê berdewam dikin.

Rayedaran jî diyar kir ku dibe hejmara miriyan zêde bibe.

Heta niha 58 kes ji herêmê hatine rizgarkirin.

Ji roja çarşemê ve li welêt baranên bihêz dibarin û li Sancheongê 793,5 mîlîmetre baran bariyaye.

Li navçeya cîran Hapcheonê 699 mîlîmetre, li Hadongê jî 621,5 mîlîmetre baran bariyaye.

Rayedaran ragihand ku 1,920 bûyerên lehî, herivîna axê û zerera li binesaziya giştî û her wiha 2,234 ziyanên li milkên taybet çêbûne.

Nêzîkî 12,921 kesan jî li 14 bajar û parêzgehên mezin veguhastine stargehan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst