Hewlêr (Rûdaw) - Li Parîsa paytexta Fransayê xelkê li dijî “geştyariya girseyî” rabû ser pêyan.
Li Parîsa ku her sal bi milyonan geştyaran pêşwazî dike, niştecihên bajêr li dijî "geştyariya girseyî" derdikevin.
Xelk gilî dike ku qerebalixiya zêde û guherîna bajar, jiyana wan a rojane zehmet kiriye û êdî tehemula wan nemaye.
Tê zanîn ku her sal nêzîkî 11 milyon geştyar Parîsê ziayret dikin û vê yekê jî wiha kiriye ku xelkê wî bajarî xwe xerîb hîs bikin.
Salana bi milyonan geştyar Dêra Basilique du Sacré-Cœur de Montmartreyê ya li Parîsê ziyaret dikin.
Xelk ji qerebalixiya geştyaran bêzar in û ew nerazîbûna xwe bi dirûşmên wekî “Niştecihên Montmartreyê li ber xwe didin" nîşan didin.
Kesekî bi navê Olivier Baroin got, “Şaredariya Parîsê biryar da ku li navçeyeke geştyarî Disneylandekê ava bike.
Wan otomobîl rakirin û biryar da ku herêmê ji trafîkê re bigirin.
Wan bi hinceta ku ji bo kesên astengdar hêsankariyan bikin, cihên rûniştinê yên kafeyan li ser peyarêyan berfireh kirin û ew der du qat mezin bûn.
Êdî kursiyên kesên astengdar jî nikarin tê re derbas bibin."
Li Parîsê 2 milyon welatî hene û sala 2024an zêdeyî 49 milyon geştyaran ew bajar ziyaret kiriye.
Hejmara geştyaran zêde bûye
Ji destpêka îsal ve jî hejmara geştyaran ji sedî 5 zêdetir bûye.
Xelkê bajêr dibêje ku geştyaran jiyana asayî zehmet kiriye.
Firoşkarên qeşeşîr û çaya bi Bubble (Bubble Tea) cihê firoşgehên asayî yên wekî goştfiroş, nanpêj û firoşkarên sebzeyan girtine.
Geştyara Fransî Janine Rouenê jî got, “Min jî digot ku gelek geştyar li vir hene. Ev yek ji bo kesên ku li vir dijîn ne hêsan e. Êdî haya geştyaran jî ji vê qerebalixiyê heye."
Geştyarê Amerîkayî Adam Davidson jî got, “Piraniya deman, Parîs gelekî qerebalix bûye lê di heman demê de zindî bûye.
Ez ji Washingtonê têm ku ew jî bajarekî qerebalix e lê bê guman ev di asteke din de ye."
Nerazîbûna li dijî koçberan roj bi roj zêde dibe
Ji Venedîk û Barcelonayê heta Amsterdamê û niha jî li Parîsê nerazîbûna Ewropiyan a li dijî pêlên geştyaran roj bi roj zêde dibe.
Tê pêşbînîkirin ku pêla geştyaran dê kêm nebe, ji ber ku Neteweyên Yekbûyî dibêje ku hejmara mirovan dê hehta sala 2050 bigihejê 10 milyar kesî û bi vî awayî çîna navîn û geştên erzan jî zêde bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse