Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu ku di çarçoveya Komcivîna Netweyên Yekbûyî de li New Yorkê ye ligel hevtayê xwe yê Amerîkî Antony Blinken civiya. Çavuşoglu berî civînê ragihand ku dê di civînê de di serî de rewşa Sûriyê, şerê Rûsya û Ukraynayê û pêşhatên dawî yên li navçe û cîhanê bên gotûbêj kirin.
Îro 20ê Îlona 2022ê Komcivîna Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New York yê amerîkayê destpêkir. Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan jî ligel şandeke wezîrên xwe di komcivînê de beşdar in û biryar e Erdogan demjimêr 19.00ê de gotara xwe ya di civîna giştî de pêşkêş bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiye jî ku di çarçoveya Komcivîna Neteweyên Yekbûyî de ligel Erdogan beşdar bû her îro ligel hevytayê xwe Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken civîneke dûalî pêkanî.
Berî civînê wezîrên derve yên herdû welatan civîneke çapemeniyê saz kirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiye ragighand ku ew dê di civîna ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê de di serî de rewşa Sûriyê li ser şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê, şerê Ermenîstan û Azerbaycanê û pêşhatên dawî yên li navçe û cîhanê gotûbêjan bikin.
Antony Blinken jî amaje bi wê yekê da ku Tirkiye û Amerîka di çarçoveya NATOyê de hevpeymanên hev in û got ku ew dê di civîna ligel Çavuşoglu de bi taybetî li ser şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de gotûbêjan bikin.
Blinken balkişand ser peymana veguhastina dexlûdanê Ukraynayê bo bazarên cîhanî û ji ber rola Tirkiyê ya di wê peymanê de spasiya Tirkiyê kir.
Piştî daxuyaniyê wezîrên derve yên Amerîka û Tirkiye bo demê 30 xulekan dûr ji çavê kamerayan civiyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse