Li Peruyê li dijî dûrxistina Serokkomarê wî welatî Pedro Castillo xwepêşandan tên lidarxistin. Wêne: AA
Hewlêr (Rûdaw) - Li Peruyê di xwepêşandanên piştî jikardûrxistina Serokkomar Pedro Castillo de, 26 kesan canê xwe ji dest dane.
Serokkomarê Peruyê Pedro Castillo di 7ê Kanûna îsal de ji aliyê Kongreya wî welatî ve ji wezîfeyê hat girtin û şandin girtîgehê.
Ew biryar rastî nerazîbûna beşek ji xelkê Peruyê hatiye û li gelek bajarên welêt bi hezaran kes daketin qadan û daxwaza îstifakirina Serokkomarê nû Dina Boluarte û berdana Castillo kirin.
Wezareta Tendirustiya Peruyê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane gihîşte 26an û 61 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Di nivîsa ku li ser hesabê Twîtterê yê ofîsa Ombudsmanê hat parvekirin de, ji ber mirina di xwepêşandanan de ji dozgeriyê hat xwestin ku “lêpirsîna lezgîn” bê destpêkirin.
Ji ber tundiya hêzên emnî û zêdebûna hejmara kuştiyan di xwepêşandanan de, 2 wezîrên hikûmeta Peruyê di 17ê Kanûnê de ji peywira xwe îstifa kiribûn.
Li aliyeke din pêşniyara Boluarte ya ji bo lidarxistina hilbijartinan di Kanûna 2023an de ji aliyê Kongreya Peruyê ve hat redkirin.
Dûrxistina Castillo
Serokê berê yê Peruyê, Castillo di 7ê Kanûnê de ji aliyê Kongreya wî welatî ve bi hinceta “bê kefayetiya exlaqî ya domdar” ji kar hatibû dûrixstin.
Herwiha hatiye îdîakirin ku Castillo hewl daye “xebatên giştî dagir bike, xebatên hêzên dewletê asteng bike û nîzama destûrî binpê bike.”
Pedro Castillo piştî biryara xwe ya bo hilweşandina Kongreyê û avakirina hikûmeteke awarte ya neteweyî hat desteserkirin.
Piştî ku Castillo di 7ê Kanûnê de ji aliyê Kongreyê ve ji kar hat avêtin û ew şandin girtîgehê, li seranserê welêt xwepêşandan hatin destpêkirin.
Pêşniyara hilbijartina pêşwext
Piştî dûrxistina Castillo ji desthilatê, Alîkarê Serokomar Boluarte, di 8ê Kanûnê de wek serokomarê nû yê welêt sonda qanûnî xwar.
Boluarte di 11ê Kanûnê de ragihandibû ku ew dê hilbijartinên pêşwext ji bo bidawîkirina nakokiyên siyasî pêşniyar bike.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di 12'ê Kanûnê de ragihandibû ku xwepêşandanên li dijî hikûmetê yên li Peruyê dewam dikin, tundî zêde bûye û ew bi fikar in ku rewş xirabtir bibe.
Di 14ê Kanûnê de ji ber ku xwepêşandanên li welêt berdewam dikin, ji aliyê hikûmetê ve “rewşa awarte” hatibû ragihandin.
Peru welatekî Amerîkaya Başûr e û paytexta wê bajarê Lîma ye, rûberê erdê wê zêdetir ji 1 milyon û 285 hezar kîlometreyên çargoşe ye û hejmara nifûsa wê jî zêdetir ji 33.3 milyon kes e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse