Berlîn (Rûdaw) - Li Berlîna paytexta Almanyayê, saziya Yekmalê bi zarokxaneyên xwe yên perwerdeya Kurdî-Almanî xizmetê dide.
Ji bîli zarokxaneyan tê plankirin ku cara yekem di dîrokê de, dibistaneke seretayî ya Kurdî li Almanyayê vebe ku bi Kurdî û Almanî perwerdeyê bide.
Xemsê Bayram, birêvebira yek ji wan zarokxaneyan e û bi Kurdiyeke şîrîn bixêrhatina tîma bernameya "Diyaspora"yê dike.
Ew xanimeke ciwan a diyasporayê ye û birêvebira wê zarokxaneyê ye ku ji tabloya li ser deriyê wê yê derve bigire heta odeyên fêrbûn û lîstikê û metbexê jî, her tişt hem bi Kurdî û hem bi Almanî hatine nivîsandin.
Wekî Xemsê behs dike, ev cureyên zarokxaneyên Kurdî û Almanî li ser bingehên perwerde û zanistî hatine avakirin û piştgiriya duzimaniyê di fêrkirina zarokan de dikin.
Ji ber yasayên parastina taybetmendiya kesayetî yên li Almanyayê, bêyî destûra dê û bavan nabe wêneyên zarokan ji bo televîzyonê bên girtin, lewma di bernameya Diyasporayê de zarok nehatin nîşandan.
"Ne tenê Kurd, Alman jî zarokên xwe dişînin"
Birêvebira zarokxaneyê dibêje ew kesên ku zarokên xwe dişînin bal wan ne hemû Kurd in ûgot:
"Ji bilî zarokên ku dê û bavê wan Kurd in, zarokên me hene ku dayik an bavê wan Alman in, hinek jî hene ku hem dê û hem bavê wan Alman in."
Derbarê wê yekê ku çima Almanek li Berlîna paytexta Komara Federal a Almanyayê zarokê xwe dişîne zarokxaneyeke Kurdî, Xemsê bi rûyekî geş dibêje:
"Dizanin ku li vir Almanyeke baş hîn dibin û li gel wê fêrî zimanekî din jî dibin.
Ev dewlemendiyeke hişmendî ye ji bo zarokên wan û dixwazin vê yekê bikin."
Li Berlînê, Yekmal wekî rêxistineke Kurdî giringiyê dide ziman û çanda Kurdî
Saziya Yekmalê (Yekîtiya Malbatên Kurdistanî) ne tenê ji zarokxaneyên Kurdî û Almanî pêk tê.
Li seranserê Almanyayê jimareyeke zêde ya navendên şêwirmendiya hiqûqî, çandî û perwerdehiyê yên saziyê hene ku bi zimanê Kurdî û 29 zimanên din xizmetê didin. Ji bilî vê, akademiyeke wan jî heye.
Birêvebira Giştî ya Yekmalê Gunay Dariciyê li navenda sereke ya saziyê li Berlînê behsa çîroka Yekmalê kir.
Gunayê diyar kir ku Yekmal sala 1993yan hatiye damezirandin.
Destpêka fikrê ji bo herêma Berlînê bûye lê sala 2000î proje mezintir bûye û li herêmên din ên Almanyayê jî şax û navendên nû vekirine.
Ji bilî jimareyeke zêde ya saziyên perwerde û çandî yên mezin ên Almanyayê, hikûmeta Almanyayê jî piştgira herî mezin a projeya Yekmalê ye.
"Ji tirsa Tirkiyeyê zarokên xwe fêrî Kurdî nakin"
Gunay Dariciyê behsa wê yekê dike ku tevî wê piştgiriya ku hikûmeta Almanyayê dide projeya wan û ew derfeta ku ji bo malbatên Kurdistanî yên li Almanyayê heye ji bo wergirtina alîkariyê bi zimanê Kurdî û şandina zarokên wan a zarokxaneyên Yekmalê ji bo fêrbûna zimanê Kurdî û Almanî, lê dîsa jî gelek malbatan newêriye zarokên xwe bişînin wan zarokxaneyan.
Çunke wekî Birêvebira Giştî ya Yekmalê dibêje: "Ditirsiyan ku li Tirkiyeyê gilî li wan bê kirin û tûşî pirsgirêkan bibin".
Ew hêvîdar e ku ew "aştî"ya ku niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kar li ser tê kirin bi ser bikeve û ew tirs jî nemîne.
Ew her wiha dibêje jî ku hatina jimareyeke zêde ya xelkê Rojavayê Kurdistanê ya Almanyayê wiha kiriye ku giringiyeke zêdetir bi zimanê Kurdî bê dan û wiha anî zimên:
"Çunke dema diçin saziyan, dibêjin em Kurd in û em dixwazin wergêrê Kurdî ji me re bînin."
Pirtûkên xwe bi Kurmancî, Soranî û Zazakî belav dikin
Her çend wiha diyar bibe ku Yekmal zêdetir ji bo diyasporaya xelkê Bakurê Kurdistanê kar dike, lê Rêveberê Medya û Têkiliyên Giştî yê Yekmalê Şasiwar Mame dibêje:
"Ji bilî Kurmancî, bi Soranî û Zazakî jî pirtûkên fêrkirina zimanê Kurdî û programên xwendinê tên amadekirin."
Mame çend nimuneyên pirtûk û berhemên din ên çapkirî nîşan dan ku kalîteya kaxez û çapa wan di standardên Almanyayê de ne û asta wan bilind e.
Naveroka wan bi wêne û tekstên Kurdî bi her sê zaravayan hatine xemlandin.
Şasiwar Mameyê ku bi xwe ji Ranyayê yê Başûrê Kurdistanê ye û deh sal in çûye Almanyayê, dibêje ku diyasporaya Kurdan li Berlînê li gorî deh salan berê bi bandortir e û xwedî derfetên bêhtir e.
Plana vekirina dibistana seretayî bo zimanê Kurdî
Gunay Dariciyê ji bo bernameya Diyasporayê eşkere kir ku plana wan a bê ew e ku ne tenê zarokxane, lê belê dibistana seretayî jî vekin ku perwerde tê de bi Kurdî û Almanî be.
Li gorî yasayên Almanyayê rê bi vê hatiye dan û Darici dibêje ku karên wê ber bi dawiyê ve diçin.
Tê plankirin ku sala 2027an cara yekem di dîrokê de, dibistaneke seretayî li Almanyayê vebe ku bi Kurdî û Almanî perwerdeyê bide.
Yekmal dixwaze navê dibistanê bikin "Dibistana Reza Baran".
Gunay Darici sedema vê yekê wiha tîne ziman, "Birêz Reza salên dûr û dirêj jiyana xwe ji bo xizmeta diyasporaya Kurdî terxan kir û niha ne li jiyanê ye.
Em dixwazin bîranîna wî û karên wî yên bo diyasporaya Kurdan ji bo her demê neyên jibîrkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse