Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Nûnertiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Washingtonê Besam Îshaq diyar kir ku tirs nîne Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê vekişe.
Donald Trump şeva borî sonda fermî xwar û bû serokê 47an ê Amerîkayê.
Gelekî tê nîqaşkirin û merqakirin bê ma dê hatina Trump çi bandorê li paşeroja Rojavayê Kurdistanê bike.
Donald Trump meha Çiriya Pêşîn a sala 2019an biryar dabû ku beşeke hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê vekişîne.
Artêşa Tirkiyeyê piştî vê biryarê êrişî Girê Spî û Serê Kaniyê kir û ew der dagir kirin.
Ev biryara Trump rastî rexneyên beşek ji hevpeymanên Amerîkayê û berpirsên Komarî û Demokratan hat.
Trump pişt re nameyek ji Recep Tayyîp Erdogan re şand û Tirkiye zêdetir bi pêş ve neçû.
“Tirs nîne ku Amerîka vekişe”
Hevserokê Nûnertiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Washingtonê Besam Îshaq ji Rûdawê re ragihand ku hem rewş guheriye û hem jî Trump û got:
“Tirs nîne ku Amerîka vekişe, hinek hesabên din hene.
Amerîka dixwaze piştrast be ku dê li Sûriyeyê serdestiya Tirkiyeyê bi awayekî ku dê ji bo Amerîkayê ne dilxweşker be berfireh nebe.”
“Trump dixwaze rê li ber geşbûna DAIŞê bigire”
Besam Îshaq diyar kir, “Serok Trump dixwaze rê li ber geşbûna DAIŞê bigire” û anî zimên ku li gorî baweriya wî Trump hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê venakişîne.
Li gorî Besam Îshaq, Amerîka dixwaze piştrast be ku Îran venagere Sûriyeyê û ji ber vê jî divê li wir bimîne.
Nûnerê MSDyê da zanîn ku kabîneya Trump jî ne wekî berê ye û bi Marco Rubio re pêwendiyeke wan a berdewam hebûye.
Divê were gotin ku Marco Rubio bû Wezîrê Karên Derve û wî hefteya berê gotibû, “Parastina Kurdan di berjewendiya Amerîkayê de ye.”
Besam Îshaq bi gotinên “Em pêşbînî dikin ku dê birêvebiriya Trump çareseriyê bibîne” anî zimên ku ew ji Trump bi hêvî ne.
“Divê êriş rawestin”
Wî bal kişand êrişê Tirkiyeyê û komên çekdar ên li Rojavayê Kurdistanê jî û got:
“Çareseriya bingehîn ew e ku êrişên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê rawestin.”
#VÎDEO - Siyaseta #DonaldTrump dê çi bandorê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bike ❓
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 21, 2025
📌 Hevserokê Nûnertiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Washingtonê Besam Îshaq ji Rûdawê re got:
🎙️ Tirs nîne ku Amerîka vekişe, hinek hesabên din hene
🎙️ Amerîka dixwaze piştrast be ku dê… pic.twitter.com/RZUFBQ2s3g
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse