Serok Barzanî dê bi Papa Leo û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê re bicive

2 demjimêr berê
Nîşan Papa Leoyê XIV. Serok Mesûd Barzanî Îtalya Papayê Vatîkanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e îro Serok Barzanî li gel Papayê Vatîkanê Leoyê XIV û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê bicive.

Li gorî agahiyên nûçegihana Rûdawê ya li Vatîkanê Ala Şalîyê, îro Serok Barzanî dê li Vatîkanê be û li gel Papayê Vatîkanê Leo bicive.

Ala Şalîyê got piştî wê civînê, Serok Barzanî dê li gel Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî bicive.

Di vê serdanê de şandeyek li gel Serok Barzanî ye. Di şandeyê de Wezîrê Veguhastin û Ragihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher, Balyozê Îraqê yê li Vatîkanê û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Îtalyayê Rêzan Heme Salihê hene.

Ev cara duyem e ku Serok Barzanî serdana Vatîkanê dike. Serok Barzanî de sala 2014an serdana Vatîkanê kiribû û li gel Papa Francis civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst