Îtalya: Tiştên ku li Sûriyeyê li Kurdan tên kirin nayên qebûlkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Guido Crosetto Serok Mesûd Barzanî Îtalya Kurd Sûriye HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto piştî hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî re ragihand ku divê di demeke herî zû de rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê asayî bibe û got, "Tiştên ku li Sûriyeyê li dijî Kurdan tên kirin bi ti awayî nayên qebûlkirin."

Serok Mesûd Barzanî îro di çarçoveya serdana xwe ya Îtalyayê de bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto re civiya

Piştî civînê her du serkirdeyan konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar li dar xist.

Guido Crosetto diyar kir ku êrişên Artêşa Ereban Sûriyeyê yên li deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de mijara sereke ya civînê bûye û got:

"Em ji ber tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin gelekî xemgîn in. Bê guman em rola xwe dilîzin da ku rûdanên li Sûriyeyê bi ti awayî li parçeyên din ên Kurdistanê rû nedin."

Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê amaje pê kir ku ew dê hemû hewlan bidin da ku êrişên li Rojavayê Kurdistanê werin rawestandin û ew dê alîkarê Kurdan bin.

"Tiştên ku li dijî Kurdan tên kirin nayên qebûlkirin"

Guido Crosetto derbarê plana wan a ji bo rawestandina êrişên Artêşa Sûriyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê wiha axivî:

"Beriya her tiştî em dixwazin aştî li herêmê pêk were. Tiştên ku li Sûriyeyê li dijî gelê Kurd tên kirin nayên qebûlkirin.

Eger Sûriye dixwaze rewşê asayî bike, divê destpêkê dev ji van kiryarên xwe berde."

Crosetto pirsa nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ya derbarê piştgiriya leşkerî ya ji bo HSDyê de wiha bersivand:

"Ez hêvî dikim ku qet pêwîst neke em çekan bişînin, ji ber ku em dixwazin aştiyê pêk bînin.

Divê em ne li ser gurkirina şer, li ser bidawîanîna şer û pêkanîna aştiyê bifikirin."

Crosetto her wiha da zanîn ku ew bi welatên Ewropa, Amerîka, Tirkiye, Sûriye û Îranê re diaxivin û hemû hewlan didin ku aştî û aramî vegere herêmê.

Ji ber êrişên Artêşa Sûriyeyê hejmarek endamên DAIŞê ji girtîgehên di bin kontrola HSDyê de reviyane.

Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê li ser vê yekê got, "Tirsa me jî ji wan girtiyên DAIŞê heye ku hatine berdan. Ev jî xaleke din e ku em li ser dixebitin."

"Cenabê Barzanî sembola dijberiya DAIŞê ye"

Guido Crosetto di beşeke axaftina xwe de bal kişand ser rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê û got:

"Em demeke dirêj e dostên Herêma Kurdistanê ne. Em baş dizanin ku gelê Kurd ji bo têkbirina DAIŞê çi kir.

Ez dizanim Cenabê Mesûd Barzanî li dijî DAIŞê çi kiriye, ew sembola dijberiya DAIŞê ye.

Kurdistana Îraqê tenê perçe ye ku aştî, azadî û aramî lê heye."

Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê destnîşan kir ku ew bi girîngî li Herêma Kurdistanê dinêrin da ku wekî herêmeke aram bimîne û got:

"Piştgiriya me ya ji bo Pêşmergeyan dê berdewam bike û heta zêdetir bibe."

Crosetto diyar kir ku ew ji ber rûdanên li Rojavayê Kurdistanê dilgiran e û got:

"Lê em dixebitin da ku bi ti awayî ev rewş negihêje Kurdistana Îraqê.

Ez dizanim dostê min Cenabê Mesûd Barzanî jî li ser vê yekê kar dike. Îtalya di vî warî de piştevaniya Cenabê Barzanî dike."

Barzanî: Dilê me bi Rojavayê Kurdistanê re ye

Li aliyê din, Serok Mesûd Barzanî di konferansa rojnamegeriyê de ragihand, "Dilê me bi Rojavayê Kurdistanê re ye û em dê hemû hewlan bidin ku bibin alîkar da ku rûmeta wan parastî be."

Herêmên ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ev çend roj in rûbirûyî rewşeke leşkerî, ewlehî û têkçûna bilez a rewşa mirovî bûne û beşek ji deveran hatine dagirkirin.

Tevî dorpêçan, hemû xizmetguzarî li ser Kobanî û parêzgeha Hisîçayê hatine birîn û xelkê wan deveran di rewşeke xirab û metirsîdar de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst