Moskow (Rûdaw) - Federasyona Rûsyayê ji 89 herêman pêk tê û perwerde bi 105 zimanan tê kirin.
Ji van herêman 29 yek neteweyîherêmî ne û 24 ji wan jî komarên xweser in.
Bi tevahî, li Rûsyayê zêdetirî 190 netewe û 277 ziman û zarava hatine qeydirin.
Rûsî zimanê dewletê ye lê li kêleka Rûsî zêdetirî 50 ziman xwedî statuya fermî ne.
Li seranserê Rûsyayê perwerde bi 105 zimanan tê kirin.
Di mînaka Komara Tataristanê de rewşa zimanên neteweyî
Komara Tataristanê, yek ji 24 komarên xweser e ku Federasyona Rûsyayê pêk tînin.
Li gorî serjimêriya fermî ya sala 2021ê, nifûsa Komara Tataristanê 4 milyon û 91 hezar û 700 kes e.
Ji wan kesan 2 milyon û 90 hezar kesan xwe wekî Tatar didin naskirin.
Pergala perwerdeyê ya li Komara Tataristanê
Pergala perwerdeyê ya li Tataristanê li ser prensîba duzimanî hatiye avakirin.
Ji ber ku li gorî Destûra Bingehîn a Komara Tataristanê, Rûsî û Tatarî zimanên fermî ne.
Qanûna "Perwerdeyê" ya komarê destnîşan dike ku her du ziman jî bi awayekî wekhev tên xwendin.
Temsîla zimanê Tatarî di demû astên perwerdeyê de
Dibistanên ku Zimanê Wan ê Perwerdeyê Tatarî ye.
Li Komara Tataristanê 591 dibistan hene ku zimanê sereke yê perwerdeyê Tatarî ye û hinek ders bi Rûsî tên dayîn.
Li gorî çavkaniyên din, dibe ku hejmara giştî ya dibistanên ku zimanê wan ê perwerdeyê Tatarî ye bigihîje 600î.
Dibistanên bi Zimanê Rûsî yên li Komara Tataristanê
Li Komara Tataristanê 880 dibistan hene ku zimanê wan ê perwerdeyê Rûsî ye. Di van dibistanan de Tatarî wekî derseke mecbûrî tê dayîn.
Perwerdeya pêşdibistanê
Li Komara Tataristanê li 711 baxçeyên zarokan perwerde û rahênan bi zimanê Tatarî tê kirin.
Di encamê de, li Komara Tataristanê rêjeya tevahiya perwerdeya bi zimanê zikmakî (ne Rûsî) ji sedî 55,6 e.
Xwendina zimanê Tatarî wekî dersekê
Li Komara Tataristanê li hemû dibistanan ziman û wêjeya Tatarî wekî derseke mecbûrî tê hînkirin.
Qanûn garantî dike ku zimanên Rûsî û Tatarî bi awayekî wekhev tên hînkirin.
Perwerdeya Bilind
Li zanîngehên Komara Tataristanê, zimanê Tatarî bi du awayên sereke tê pêşkêşkirin: Wekî derseke xwendinê û wekî zimanekî perwerdeya pîşeyî.
Perwerdekirina pisporan
Li Komara Tataristanê Zanîngeha Federal a Kazanê (KFU) navenda sereke ye.
Li wê derê di beşa "Fîlolojiyê" de bernameya "Ziman û Wêjeya Tatarî, Rojnamegerî" tê pêşkêşkirin.
Di vê bernameyê de vekolîna kûr a ziman, wêje, folklor, dîroka Tataristanê û rêbazên hînkirinê heye.
Zimanê Tatarî ji bo hemû xwendekaran
Li gelek zanîngehên wekî KNITU-KAIyê beşên taybet hene (wekî Beşa Zimanên Rûsî û Tatarî).
Ev beş ji bo xwendekaran û her kesê eleqedar, bêyî ku beşa wan a paşerojê çi be, perwerdeya zimanê Tatarî gav bi gav pêşkêş dikin.
Hinek rastî û amar
Hejmara Giştî ya Dibistanan: Li Tataristanê hezar û 402 saziyên perwerdeya giştî hene.
Zimanên Din: Ji bilî Tatarî û Rûsî, li Komara Tataristanê 124 dibistanên bi pêkhateyên etnokulturî hene.
Di van dibistanan de zimanên Çuvaşî, Udmurtî, Marî, Mordûnî û Îbranî tên hînkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse