Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijara Îranê û êrişên Îsraîlê daxuyanî dan.
Trump da zanîn ku ew dê ji bo Îranê lezê neke û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî dê li gorî daxwazên wî tevbigere.
Serokê Amerîkayê dema ku diçû Connecticutê li balafirgehê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Trump diyar kir ku ew di mijara Îranê de di rewşeke gelekî baş de ne.
Wî da zanîn ku wan kapasîteya leşkerî û siyasî ya wî welatî bi asteke mezin ji holê rakiriye.
Trump li ser dema agirbesta heyî jî axivî lê dema dawîhatina agirbestê zelal nekir.
Trump li ser pirsa ku dê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu êrişên li dijî Îranê çi qasî bi paş bixe, bersiveke kurt da.
Trump got, "Ew (Netanyahu), ez çi bixwazim dê wê bike."
"Leza min tune ye"
Serokê Amerîkayê Trump destnîşan kir ku ji bo avêtina gavan a di mijara Îranê de ti leza wî tune ye.
Trump got, "Li ser mijara Îranê leza min tune ye. Dibêjin hilbijartinên navberê hene lê leza min tune ye."
Serdana Putin a Çînê
Trump her wiha serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li Çînê jî nirxand.
Trump helwesta xwe ya li ser civîna her du serokan nîşan da û got:
"Bi dîtina min ev tiştekî baş e. Ez bi her duyan re jî baş li hev dikim."
Serokê Amerîkayê tekez kir ku divê Tengava Hurmizê were vekirin.
Trump Her wiha eşkere kir ku ew dê di vî warî de dest bi hinek hewldanan bikin.
"Me tenê 13 kes ji dest dan"
Trump rexneyên ku dibêjin "şerê Îranê dirêj kir" qebûl nekirin.
Wî bi bîr anî ku Amerîka bi salan li welatên wekî Afganistan û Îraqê maye û bi hezaran leşker ji dest dane.
Trump got, "Ev sê meh in em li Îranê ne. Piraniya vê demê bi agirbestê derbas bû. Me tenê 13 kes ji dest dan."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse