Li Îtalyayê 5 kes bi tohmeta gendeliya di dayîna mafê manê de hatin desteserkirin

21-06-2025
Hêmin Ebdullah
Polîsê Îtalyayê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Polîsê Îtalyayê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Îtalya Gendelî Îqame
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Îtalyayê û nêzîkî sînorê Monako û Fransayê 5 kes bi tohmeta gendelîya di pêşkêşkirina mafê manê (îqame) de bi koçberan hatin desteserkirin.

Bûyerê ji çantayekê dest pê kir ku pereyên kaş/dirav tê de bûn û wekî bertîl ji bo fermanberekî dewletê bi navê Luîjî Êm hatibû şandin.

Polîsê bajarê Împêriyaya Îtalyayê dibêje fermanberê berpirsê karûbarê koçberan û pêşkêşkirina mafê manê bi wan bûye û li nav avahiya polîsê bajêr kar kiriye.

Demek bûye polîs guman jê peyda kiriye û çavdêriya wî kiriye.

Rojên rabirdû, jineke Rûsî bi navê Yelena V. ku ajanseke wê ya taybet bi dayîna alîkariya yasayî bi koçberan heye, bi çantayekê ve hatiye ba kesê fermanber.

Gava çante daye dest fermanber, polîsê bajêr diavêjin ser wan û çanteya wan vedikin û dibînin ku 5 hezar euro tê de ne.

Piştî lêkolînê derdikeve holê ku ew pere bertîl bûne û jina rûs dane fermanber ji bo wê yekê ku mafê manê bide kesekê ku bi şêweya qaçax hatiye Îtalyayê.

Lêkolînên polîs derxistine ku li bajarê San Rîmo efserêkî polîs û du kesên din li ajansa alîkariya koçberan bi heman tometê û bi heman senaryoyê hatine desteserkirin.

Heta vêga polîs dest daniye ser 267 hezar euroyên pereyên bertîlê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst