Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dad û Polîsan a Swîsreyê ji Rûdawê re ragihand ku daxwaznameya 2 hezar û 80 penaxwazên Îraqî di bin lêkolînê de ye.
Li gorî amarên wezaretê, 7 hezar û 289 welatiyên Îraqê û Herêma Kurdistanê li wî welatî dimînin.
Wezareta Dad û Polîsan a Swîsreyê di bersiva e-maileke Edîtorê Deska Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa de ragihand:
“2 hezar û 80 welatiyên Îraqî di qonaxên cuda yên wergirtina mafê penaberiyê de ne.”
Ev amar penaxwazên ji Başûrê Kurdistanê jî li xwe digire.
Li gorî amarên ku wezaretê ji Rûdawê re şandine, Kanûna Paşîn a 2024an daxwaznameya 2 hezar û 515 penaxwazên Îraqî di bin lêkolînê de bû û bi vê yekê rêje ji sedî 17,3 kêm bûye.
Wezaretê amaje pê kir ku 7 hezar û 289 Kurd û welatiyên Îraqî li wî welatî dimînin, di demekê de ku kanûna paşîn a par ev hejmar 6 hezar û 866 kes bû.
Bi vê yekê rêje ji sedî 6,16 zêde bûye. Ev amar kesên ku di pêvajoya daxwaza mafê penaberiyê de ne li xwe nagire.
Herî zêde Kurd û welatiyên Îraqî li kantona Zurichê dijîn û hejmara wan hezar û 469 kes e.
Derbarê hejmara biyaniyên li Swîsreyê, hikûmeta wî welatî dibêje ku ji 9 milyon niştecihan 2 milyon û 188 hezar û 893 kes biyanî ne û herî zêde jî li kantona Zurichê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse