Rûsyayê bersivek tund da Tirkiyê

21-09-2021
RÛDAW
Nîşan Rûsya Mariya Zakharova Tirkiye Kirim Hilbijartinên Rûsyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zakharova bersiva daxuyaniya Berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê, Tanju Bilgiç a derbarê hilbijartinên Dûmayê li Kirimê da.

Mariya Zakharova got, “Tirkiye baş dizane ku Kirim parçeyek serwer a Federasyona Rûsyayê ye.”

Zaxarova da zanîn ku “Tirkiye pir baş dizane ku em ti carî daxuyaniyên weha paşguh nakin.”

Diplomata Rûs herwiha diyar kir, “Ger ew ji bihîstina bertek, dilgiranî û nerazîbûnên pêwendîdar ên Moskowê bêzar nebûne, ev tê vê wateyê ku ew mirovên bîhnfireh in, lê ev yek nagihêje tu encaman, ji xeynî wê ku em ji xwe re encamên guncan jê derxînin, û ew encam jî tu feydeyê nade peywendiyên dualî.”

Berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê, Tanju Bilgiç roja Duşemê 20 Îlonê di derbarê lidarxistina hilbijartinên Dûmaya Rûsyayê li Kirimê daxuyaniyek da û ragihand, li gor Enqerê ew pêngava Rûsyayê li Kirimê ne rewa ye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku encamên hilbijartinên Dûmaya Dewletê yên li Kirimê, ku di navbera 17-19ê Îlonê birêve çûne, “ji bo Tirkiyê ti hêza wan a yasayî nîne.”

Li Rûsyayê di 17 ta 19 Îlonê de bo dema 3 rojan hilbijartinên Dûmayê û parlamentoyên herêmî hatin lidarxistin.

Li gor encamên destpêkê, partiya desthilatdar a Rûsyaya Yekgirtî, kariye zêdetir ji %41ê dengan bi dest bîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst