Li Nîjeryayê 10 kes xeniqîn

21-09-2025
Nîşan Nîjerya Keştî Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li eyaleta Sokotoyê ya Nîjeryayê di encama wergerîna keştiyeke rêwiyan de 10 kes xeniqîne.

Berdevkê Polîsê Eyaleta Sokotoyê Ehmed Rûfaî di daxuyaniyekê de diyar kir ku li çemê herêma Sabon Birniyê ya Sokotoyê keştiyeke ku rêwî û barê zêde tê de bûn wergeriyaye.

Rûfaî got ku di qezayê de 10 kes mirine û zarok jî di nav wan de hene.

Rûfaî da zanîn ku di qezayê de gelek kes winda bûne û li herêmê xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.

Li Nîjeryayê di mehên dawî de gelek caran qezayên keştiyan çêdibin û di encamê de bi dehan mirineç

Di qezayên keştiyan ên ku di navbera mehên tebax ûîÎlonê de li 3 eyaletên bakurê welêt çêbûbûn de zêdetirî 110 kesan mirine.

Hikûmeta Nîjeryayê ji bo kêmkirina qezayên keştiyan li seranserê welêt xebitandina keştiyên bêruxset qedexe kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst