Neteweyên Yekbûyî: Cîhan di heqê mafên jinan de ber bi rêyeke şaş ve diçe

21-10-2025
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Wêneyekî temsîlî / Grokê amade kiriye
Wêneyekî temsîlî / Grokê amade kiriye
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Jin Maf
A+ A-

New York (Rûdaw) - Rayedarên Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku cîhan di heqê mafên jinan de ber bi rêyeke şaş ve diçe.

Berpirsa Payebilind a Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Jinan Nyaradzayi Gumbonzvandayê got:

“Em rapora 25emîn a taybet a li ser aştî û ewlehiya jinan pêşkêş dikin û ev yek nîşan dide ku cîhan ber bi arasteyeke şaş a çaverênekirî ve diçe."

Hat ragihandin ku ew ji bo eşkerekirina encamên raporeke Neteweyên Yekbûyî ya li ser bingeha datayan amade bûne.

Li gorî raporê, ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem ve hejmara pevçûnên çekdarî qet bi qasî îro zêde nebûye.

Her çi qasî piraniya pevçûnan ji aliyê mêran ve tên destpêkirin jî bandoreke mezin li jinan dikin.

“Tenê par 676 milyon…”

Birêvebira Bernameya Jinan a Neteweyên Yekbûyî Sara Hendriksê anî ziman:

 “Tenê par 676 milyon jin û keç li cîhanê di nav 50 kîlometreyan a şer de dijiyan. Ev di nava nêzîkî 3 dehsalan de asta herî bilind a jinan e ku nêzîkî şer dijîn."

Ev bi dehsalan e ku hejmareke ew qasî zêde ya jinan nekevitiye ber bandora şer.

Di raporê de bi yek peyvê jî behsa Herêma Kurdistanê nehatiye kirin lê bi giştî wêneyekî tevlîhev ê Îraqê tê nîşandan.

Ji aliyekî ve behsa pêşketinên wekî qerebûkirina (dayîna tezmînatan) bi hezaran jinên ku di şer de zirar dîtine dike, ji aliyê din ve jî dibêje ku li Îraqê rojnamegerên jin hatine kuştin û ew jinên ku ji kampên wekî Hol û Rojê yên li Rojavayê Kurdistanê vegeriyane dema ku xwestiye nasnameyan derxin rastî astengiyan hatine.

Rûdawê derbarê tohmetên di raporê de pêwendî bi Balyozxaneya Îraqê ya Neteweyên Yekbûyî re kir lê ti bersiv wernegirt.

Rapor dibêje ku jin li seranserê cîhanê piraniya caran hêjayî beşdarbûna pêvajoyên aştiyê yên piştî şer nayên dîtin.

Birêvebira Bernameya Jinan a Neteweyên Yekbûyî Sara Hendriks wiha li pey çû:

"Sala borî ji her 10 pêvajoyên aştiyê, di 9an de ti jineke danûstandkar nebû."

Hinek welatên Ewropayê yên wekî Îtalyayê ku serokwezîra wê jin e, daxwaza beşdariyeke zêdetir a jinan li welatên cîhana sêyem dikin.

“Jin sermayeyek in”

Balyozê Îtalyayê yê Neteweyên Yekbûyî Maurizio Massari ji Rûdawê re got:

"Bi baweriya me, jin sermayeyek in ku divê civaka navneteweyî zêdetir bi kar bîne.

Em fêm dikin ku cîhan aloz e. Rewşa li welatên cîhanê cuda ye, bîr û bawerî, zîhniyet û hwd. cuda ne û gelek tişt hene ku divê bên kirin."

Baş e, gelo sedema nebûna bipêşketinê yan jî bipaşveçûna di beşdariya rola jinan de di çareserkirina pevçûnan de çi ye?

Kêmbûna pereyan û piştgiriya di asta bilind de ji bo projeyên taybet ên jinan di nav sedemên sereke de ne.

“Dibe ku bê parastin bimînin”

Berpirsa Payebilind a Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Jinan Nyaradzayi Gumbonzvanda ji Rûdawê re axivî û got:

 "Ew jinên ku derdikevin pêş û xwe nîşan didin, dibe ku ew parastina ku dema vedigerin malên xwe pêdiviya wan pê heye ji wan re neyê dabînkirin."

Neteweyên Yekbûyî dibêje, beşdarnebûna jinan dibe sedem ku aştî demdirêj nebe.

“Divê her kes li ser maseya aştiyê amade be"

Birêvebira Bernameya Jinan a Neteweyên Yekbûyî Sara Hendriksê ji Rûdawê re diyar kir:

"Em dizanin ku bi giştî, dûrxistina nîvê nifûsê ji pêvajoya aştiyê dibe sedema rêkeftinên nearam û kurt.

Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku eger aştî nûnertiya her kesî bike, divê her kes li ser maseya aştiyê amade be."

Ev rapor di demekê de tê ku 25 sal di ser yekem biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re derbas dibin ku bal kişandibû ser girîngiya beşdarbûna jinan a pêvajoya aştiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst