Hewlêr (Rûdaw) - Abe Hamadeh ragihand ku wî ji Mezlûm Ebdî "agahiyên operasyonel" wergirtine û ji ber diplomasiya wî ya bi Tirkiye û Sûriyeyê re pîrozbahî li wî kir.
Endamê Kongreya Amerîkayê Abe Hamadeh di daxuyaniyekê de diyar kir ku wî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêywendiyek pêk aniye.
Hamadeh ji ber "diplomasiya serkeftî" ya bi Şam û Enqereyê re pîrozbahî li Mezlûm Ebdî kir.
"Armanc parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye"
Di daxuyaniya Ofîsa Kongreyê ya Komariyan de wiha hat gotin:
“General Mezlûm pesnê biryara Serok Trump a rakirina cezayan da û xwest ku piştgiriya Amerîkayê ya ji bo birêvebiriyeke pirreng bidome.
Endamê Kongreyê jî ji ber diplomasiya wî ya serkeftî ya bi Şam û Tirkiyeyê re ku armanca wê parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye, pîrozbahî li wî kir.”
Mezlûm Ebdî ji bo ku saziyên sivîl û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê tev li dewletê bibin bi hikûmeta nû ya Şamê re di nav dan û standinan de ye.
Ebdî her wiha gotibû ku wî kanalên rasterast bi Enqereyê re danîne ku Enqere HSDyê wekî gefekê li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne.
Rayedarên Rojavayê Kurdistanê vê îdiayê bi tundî red dikin.
Abe Hamadehê ku dê û bavê wî ji Sûriyeyê ne û bi eslê xwe Kurd e, ji dema rûxîna desthilata Beşar Esed a di Kanûna Pêşîn de heta niha gelek caran bi Ebdî re hevdîtinên ji dûr ve pêk anîne.
Termê Kayla Muellerê
Endamê Komarî yê Kongreyê her wiha ji ber ku "ji bo dîtina termê Kayla Muellera xelka Arizonayê nûnerekî taybet destnîşan kiriye" spasiya Ebdî kir.
Kayla Muellera 26 salî Tebaxa 2013an li Sûriyeyê hatibû dîlgirtin.
Amerîka û malbata wê salekê piştre mirina wê piştrast kiribû.
Hamadeh nêzîkî salekê ye li termê wê digere.
Dema ku Endamê Kongreyê di salvegera dîlgirtina Muellerê ya meha Tebaxê de çû serdana Sûriyeyê û bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya, çarenivîsa wê dîlê Amerîkayî gotûbêj kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse